'Heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedana me dewam bike'

  • 09:08 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîda giran dewam bikin û wiha gotin:"Em her roj ji bo Rêberê xwe li berxwe didin û heta ku em Rêberê xwe nebînin em ê her li qada bin. Heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedana me dewam bike."
 
Mafê hevdîtinê yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî sedema cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin. Bi nêzîkbûna 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî re tecrîd her diçe girantir dibe. 
 
Têkidarî mijarê Sedîqe Mehmud Reşo û Semîra Şêxmus ên li Helebê nirxandinên xwe kirin. Jinan diyar kirin ku bi saya Abdullah Ocalan berxwedan dewam dike û wiha got:"Berxwedana me ya domdar îro bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Her wiha bi saya Rêbertî jinê jî xwe pêş xist û azadiya xwe misoger kir. Îro jî ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe dewam dikin." 
 
'Heta dilopek xwîn di damarê me de be em ê têkoşînê bikin'
 
Sedîqe Mehmud Reşo berteka xwe ya li dijî tecrîdê nîşan da û wiha got:"Ev bû 25 sal in Rêberê me hatiye girtin û nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Wekî hemî dayikên azadîxwaz heta dilopek xwîn di damarê me de be ji bo Rêberê xwe em ê li berxwe bidin û hebûna xwe îsbat bikin. Em ê xwe ji fikir û ramanên Rêberê xwe bi dûr nexin. Ji bo çi rêxistinên hiquqî bi erka xwe ranabin û Rêberê me azad nakin? "
 
'Em azadiya girtiyên xwe dixwazin'
 
Sedîqe da zanîn daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadî û aştiya cîhanê ye û wiha pê de çû:"Rêberê me ji bo ku aştiyê li tevahî dinyayê belav bike ev 25 sal in li ber xwe dide û beriya wê jî nêzî 50 salî jî ji bo kurd û azadiya tevahî gelên bindest û kole xebat da destpêkirin. Ma ji bo çi parêzer bi erka xwe ranabin. Em jî weke dayikên kurd li pey rêça Serokê xwe ne. Em bi dûr nakevin û ji tevahî dinyayê mafê xwe dixwazin û azadiya girtiyên xwe dixwazin."
 
'Em terka Rêberê xwe nakin'
 
Semîra Şêxmus jî ji ajansa me re derbarê berdewamkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axaftina xwe kir û di destpêkê de silavên xwe heya zindana Îmralî rê kir û got:"Em silavên xwe ji vir heya zindana Îmralî ji Rêber û ramanwarê mezin Abdullah Ocalan re rê dikin. Îro dewleta tirk bi hemû hewldanên xwe daxwaz dike ku ramanên Rêbertî û felsefeya wî ji mejiyê me bi dûr bixe lê belê em dayikên ku li ser fikir û felsefeya Rêbertî, me zarokên xwe perwerde kirine. Em nahêlin ku dewleta tirk bigihêje armanca xwe û heya dilopek xwîn di can û cesedê me de heye em terka Rêberê xwe nakin. "
 
'Heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedana me dewam bike'
 
Di dawiya axaftina xwe de Semîra diyar kir ku ew ji bo azadiyê têkoşînê dikin û wiha got:"Em her roj ji bo Rêberê xwe li berxwe didin û heta ku em Rêberê xwe nebînin em ê her li qada bin. Berxwedana me ya domdar îro bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Her wiha bi saya Rêbertî jinê jî xwe pêş xist û azadiya xwe misoger kir. Îro jî ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe dewam dikin. Heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedana me dewam bike."