Meşvanên Azadiyê li Nisêbînê ne: Apê Musa li her derê ye

  • 17:57 8 Sibat 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê li Nisêbînê Zanyarê Kurd Musa Anter li ser gora wî bibîr anîn.
 
Meşa Azadiyê ya Mezin ku ji du baskan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 8’emîn de didome.  Meşvanên Azadiyê li Nisêbînê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Piştî meşê heyet derbasî DEM Partî ya Nisêbînê bû û piştre çûn ser gora zanyarê Kurd Musa Anter.
 
Parlamenterê DEM Partî yê Agiriyê Sirri Sakik li vir axaftinek kir û da zanîn ku Apê Musa li her dereye û got encam çi dibe bila bibe wê têkoşîn wan bidomînin û wê her tim di dilê wan de bin.
 
Girseyê bernameya xwe bi serdanan didomîne.