Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyên nexweş bang

  • 14:49 8 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di 20'emîn roja Nobeta Edaletê de li Taxa Çimentepeyê xizmên girtiyên nexweş banga berdana girtiyên nexweş kirin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Hukumxwar û Girtiyan re (EGE TUHAYDER) ya Îzmîrê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî û meseleya kurd re çareseriya siyasî" li Îzmîrê Nobeta Edaletê hat destpêkirin û di roja 20'emîn de dewam dike. Ji DEM Partiya Çimentepeyê û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. 
 
Xizma girtiyan Hanife Gumuş, li vir diyar kir ku divê ev şer bê sekinandin û got ew aştî û edaletê dixwazin. 
 
Her wiha Hanifeyê da zanîn bila bêedaletî û neheqî bi dawî bibe û banga banga berdana girtiyên nexweş kir.
 
Nobeta Edaletê bi stran û serdanan dewam kir.