Meşvanên Azadiyê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn

  • 14:33 8 Sibat 2024
  • Ramyarî
DÊRSIM - Di roja 8'emîn a "Meşa Azadiyê ya Mezin" de meşvanên gihaştin Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd li Wan û Qersê hatiye destpêkirin, di roja 8’emîn de ye. Piştî meşa li Dêrsimê meşvanên azadiyê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn. Meşvanan li vir soza berdewamiya têkoşînê dan. 
 
'Sê rêhevalên me yên jin di têkoşîna azadiyê de ji bo me bûn ronahî'
 
Piştî rêzgirtina deqeyekê Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu got:"Rêhevala me Sakîne û du hevalên xwe li Parîsê hatin qetilkirin. Ev her sê rêhevalên me yên jin di têkoşîna azadiyê de ji bo me bûn ronahî. Rê nîşanî me dan. Kesên ev komkujî kirin hîn nehatine cezakirin. Em wekî jin xwedî li mîrateya van jinên têkoşer derdikevin. Em li ser şopa wan e. Di roja 8'emîn a meşê de em dîsa dibêjin bila Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Ji bo vê divê demildest gav bê avêtin."
 
Serdana gora Aysel Dogan hat kirin
 
Piştî axaftina Zeynepê nivîsa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a derbarê komkujiya Parîsê hat xwendin. Piştî qurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansiz meşvan çûn serdana gora Aysel Dogan û li vir jî rêz girtin.