Meşvanên Azadiyê ji Dêrsimê bang kirin: Niha dema çareseriyê ye

  • 11:53 8 Sibat 2024
  • Ramyarî
DÊRSIM - Di 8'emîn roja "Meşa Azadiyê ya Mezin" de meşvanên gihaştin Dêrsimê li vir ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. Di axaftina hat kirin de wiha hat gotin:"Niha dema aştî û çareseriyê ye. Werin em deng bidin Abdullah Ocalan ê ku ji bo aştiyê şansek e."
 
Di 8'emîn roja "Meşa Azadiyê ya Mezin" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd hat depêkirin de meşvanên gihaştin Dêrsimê ber bi navendê ve ketin rê. Li vir ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Li ser pira Gulistan Doku herî dawî lê hat dîtin daxuyanî
 
 
Meşvan çûn ser pira Gulistan Doku herî dawî lê hatibû dîtin û li vir daxuyanî dan. Parlamentera DEM Partiyê Keziban Konukcu li vir wiha got:"Gulistan Doku herî dawî li vir hat dîtin. Ji bo em wê bi bîr bînin em li vir sekinîn. Windakirina Gulistanê mêtingeriya li ser vê axê nîşan dide. Li her aliyê welat jin tên kuştin. Tevî ewqas kamerayan jî kujer nayên dîtin. Em ji bo hemû gelan azadiyê dixwazin. Heta azadî bê wê meşa me dewam bike. "
 
Piştî axaftinan jinan qurnefîl li vir danîn. 
 
Bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
 
 
Di ketina bajêr de meşvan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
Piştre meşvan hatin Meydana Seyîd Riza. Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Koçyigit diyar kir ew li ser axa Elî Şêr, Sakîne û Mazlûm in û got ew li dijî feraseta dibêjin meseleya kurd tune ye derketine ser rê. Gulistanê got bibin dengê Birêz Ocalan. 
 
Piştre Hevseroka DBP'ê ya Giştî Çigdem Kiliçgun Uçar da zanîn ew ji bo azadiyê dimeşin û got Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo hemû cîhanê pêşengekî girîng e. 
 
Hunermendên NÇM'ê li vir bi stranên xwe piştgirî dan meşê û piştî meşê govend hat gerandin.