Li Cizîrê civîna jinan veguherî şolenê

  • 22:12 7 Sibat 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê civîn jinan ya pêk hat veguherî şolenê. Parlamentera DEM Partî Berîtan Guneş diyar kir ku divê li dijî komploya navneteweyî têkoşîna navneteweyî bê dayîn.
 
Meşa Azadiyê ya Mezin li Cizîrê bi civînên gel berdewam kir. Heyeta di baskê meşa Wanê de cih digire  li taxên Nur, Cudî, konak û gundê Ernebat li 6 malan civînên gel pêk anîn.
 
Li taxa Nur a Cizîrê civîna jinan pêk hat û hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya tevli bû. Civîn bi coşek mezin û tevlibûna jinan pêk hat.  Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş axivî û da zanîn ku berxwedan gelê Cizîrê hêzê dide wan û da zanîn ku li dijî komploya navneteweyî divê têkoşîna navneteweyî bê dayîn. Berîdanê daxuyakirin ku meşa dane destpêkirin roj bi roj mezin dibe û her wiha bi lêv kir ku ew di wê baweriyê de ne ku wê meş bibe wesîleya aştî û azadiyê.
 
Civîn bi klamên ku jinan striyan bidawî bû.