‘Heta xeyalên wan pêk neyên em ê têbikoşin’

  • 19:16 7 Sibat 2024
  • Rojane
XARPÊT - Meşvanên Azadiyê ku di ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ de cih digirin, yek ji pêşengên kadroya PKK’ê Mazlum Dogan li ber mala wî bibîr anîn û diyar kirin heta xeyalên wan pêk neyên wê nesekinin.
 
Baskê Meşa Azadiyê ya Mezin ê Qersê di roja heftemîn a "Meşa Azadiyê ya Mezin" de li Dep a Xarpêtê  li ber mala yek ji pêşengên kadroya PKK’ê Mazlgum Dogan hatin gel hev. Meşvanên Azadiyê Mazlum Dogan li ber mala wî bibîr anîn û xwişka Mazlum Dogan, Arîfe Dogan û gele kes tevli bûn.
 
Ji meşvanên azadiyê Narîn Gezgor piştî deqeyek rêzgirtinê şûnde axivî û da zanîn ku Mazlum Dogan bi têkoşîna daye bûye şopdarê Seyît Riza û di têkoşîna azadiya Kurd de cihekî girîng girtiye. Narînê daxuyakirin ku Mazlum Dogan bi çalakiya xwe Newroz ji nûve afirandiye û riya wan ronî kiriye û wiha got: “Heta ku xeyalên wan pêk neyên em ê nesekinin û têbikoşin.”
 
Parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî  ji parastina Mazlum Dogan ya li dadgehê hinek beş xwendin.