Nobeta Edaletê: Baş e Abdullah Ocalan heye!

  • 15:38 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di Nobeta Edaletê ya Stenbolê de peyama "Baş e Abdullah Ocalan heye " hat dayin. 
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê re (MATUHAYDER) a Stenbolê, ji hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 57'an de berdewam dike. Li eywana çalakiyê pankartên "Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê têk bibin","Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Nûnerên federasyona Amedê, rêveberên DEM Partiyê yên Sancaktepe, Silivri, Çekmekoy, Sultanbeyli tevli çalakiyê bûn. 
 
Li vir Fincê Akman da zanîn ji bo vê têkoşînê divê herkes destên xwe têxe binê kevir û got karê wan têkoşîn e. 
 
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can da zanîn divê Abdullah Ocalan azad bibe û got:"Baş e Abdullah Ocalan heye !"
 
Sekreterê Giştî yê Sendikaya Dev Yapi-Îş Nihat Demir da zanîn divê her kes azadî, aştî û wekheviyê biparêzin û got divê em xwedî li paradîgemaya Abdullah Ocalan derkevin. 
 
Çalakiyê bi çepik, lîrandin, stranên kurdî dewam kir.