Meşvanên Azadiyê li Depê ne: Wê Birêz Ocalan azad bibe

  • 14:08 7 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
XARPÊT - Baskê Meşa Azadiyê ya Mezin ê Qersê piştî Kanîreşê gihaştin Depê. Li vir peyama "Wê Birêz Ocalan azad bibe " hat dayin. 
 
Baskê Meşa Azadiyê ya Mezin ê Qersê di roja heftemîn a "Meşa Azadiyê ya Mezin" de li Kanîreşê daxuyanî da û piştre derbasî memleketê Mazlum Dogan, Depê bûn. Meşvanên azadiyê ji ketina navçeyê ber bi navendê ve meşiyan. Bi sedan kesî meşvan pêşwazî kirin û dirûşmên "Bijî berxwadana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe”,"Vir memleketê Mazlum Dogan e" berz kirin. Xwişka Mazlum Dogan, Arife Dogan jî tevli meşê bû. 
 
Ji meşvanan Derya Yulcu da zanîn tecrîd li welêt belav bûye û wiha got:"Em dixwazin ev tecrîda bi salan e dewam dike bi dawî bibe. Em dizanin tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber tecrîdê sîstemeke hiqûqê ya antîdemokratîk tê meşandin."
 
Deryayê got ew dixwazin Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe. 
 
Piştî daxuyaniyê girse çû buroya DEM Partiyê û buro vekirin.