Meşvanên Azadiyê Hayrî Durmuş bi bîr anî

  • 12:44 7 Sibat 2024
  • Ramyarî
ÇEWLÎG - Baskê Meşa Azadiyê ya Mezin ê Qersê li Çewligê yek ji kadroyên PKK'ê Hayri Durmuş bi bîr anî. 
 
Baskê Meşa Azadiyê ya Mezin ê Qersê li Çewligê di roja 7'emîn a meşa xwe de yek ji kadroyên PKK'ê Hayri Durmuş li ser gora wî bi bîr anî. Meşvanên azadiyê bi qurnefîlan hatin û rêz girtin. Di bibîranînê de dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku Hayri Durmuş bi bîr anî û got niha her derê Tirkiyeyê veguheriye 5'emîn Girtîgeha Amedê. Omer got ger Esat Oktay hebe li dijî vê yekê Mazlûm û Hayriyên ku li berxwe didin jî hene. 
 
Piştî axaftinan hinek beşên ji parastinên Hayri Durmuş hatin xwendin. Piştî qurnefîl hatin danîn serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.