Ji dayikên Silopiyê piştgiriya rêwiyên azadiyê: Bi tifaqê dê Ocalan azad bibe

  • 09:08 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Dayikên Silopiyê, destnîşan kirin ku ew jiyaneke azad dixwazin û gotin: “Meşa Mezin a Azadiyê ji bo kurdan bûye ronahî. Mifteya azadî û çareseriyê di destê Birêz Ocalan de ye."
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi 2 baskan dest pê kir diroja 7’an de didome. Baskê Wanê ku dest pê kir, li Botanê bi coş û kelecanek mezin ve hat pêşwazîkirin. Li Botanê meşa ku didome, peyama “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirgirêka kurd re çareseriya siyasî” li kolanan belavdibe. Meşa ku duh li Silopiyê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin, êvarê jî bi pêşengiya rêwiyên azadiyê civînên gel hatin lidarxistin.  
 
Dayikên ku duh tevlî civîna jinan a li taxa Ofîsê ya navçeya Silopiya Şirnexê bûn, daxwaza xwe ya “Azadiyê” dubare kirin û gotin, “Mifteya azadî û çareseriyê destê Birêz Ocalan de ye.”
 
‘Bila piştgiriyê bidin vê meşê’
 
Fatma Yoret (53), anî ziman ku divê Gelê Kurd xwedî li Abdullah Ocalan derbikevin û vê tecrîdê bişkînin û wiha got: “Divê di navbera Gelê Kurd de tifaqî hebe. Ger ku ev tecrît rabe û gel dengê xwe bilind bike dê ev şer jî bisekine. Meşa ku niha hatiye destpêkirin jî ji bo me gelek girîng û watedar e. Bila hemû kes piştgiriyê bide vê meşê. Di hemû qadan de em xwedî li vê meşê derbikevin da ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin û ev tecrîdê bişkînin. Em bi vê awayî azadiyê bînin vî welatî.”
 
‘Bi tifaqê Birêz Ocalan bigihînin azadiya wî’
 
Şemsî Bakşî (60), daxuyakirin ku divê demildest Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê vê tecrîdê rakin. Ev 25 sal in tecrîdek giran heye. Em tifaqa xwe ava bikin û Birêz Ocalan azad bikin. Ger ku tifaq hebe dê azadî jî bê. Em hemû bibin yek. Em ê bi tifaqiyê Birêz Ocalan bigihînin azadiya wî. Niha li hember vê tecrîdê bêdengî jî heye. Mirin û kuştin jî bi tecrîdê re zêde bû. Divê em zincîrên girtîgehan bişkînin. Mifteya aştiyê li cem Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê çareserî jî li cem wî ye. Bila jinên kurd rabin li ser piyan.”
 
‘Ger ku Birêz Ocalan hebe aştî jî heye’
 
Rihan Orûç (50) jî bi lêv kir ku pêwîste ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabikin û deriyê girtîgehan vebikin û wiha domand: “Ji ber vê yekê divê em hemû rabin li ser piyan. Em dengê xwe bilind bikin û bi azadiyê dinyayê xweş bikin. Ger ku em berxwedana xwe mezin bikin em ê Birêz Ocalan jî ji girtîgehê derbixin. Ger ku kesek rabe û yên din ranebin, nabe. Divê hemû bi hev re rabin li ser piyan. Ger ku desthilatdar ji kurdan netirsiya wê ev tecrîdê ev qas giran nekira û şer nedida destpêkirin. Dema em kurd radibin li ser piyan dewlet ji me ditirse. Ger ku em dengê xwe bilind nekin ew ê zêdetir bi ser me ve bên. Ger ku Birêz Ocalan nebe aştî jî nabe. Ger ku Birêz Ocalan hebe aştî jî heye. Bê Serok jiyan jî nabe.”
 
‘Ji bo me kurdan ev meş ronahî ye’
 
Mumîne Temyer (63) jî ev tiştan anî ziman: “Divê Serokê me azad bibe. Em bi berxwedanê wî bigihînin azadiyê. Em dixwazin êdî deriyê girtîgehan bên vekirin. Em êdî şer, kuştin û mirinê naxwazin. Em jiyanek azad dixwazin. Em jî dixwazin Birêz Ocalan azad be û di nava gelê xwe de be. Her wiha ev meşa ku ji bo wî hatiye destpêkirin jî ji bo me gelek girîng e. Ji bo me kurdan ev meş ronahî ye. Em dixwazin bi vê meşê tecrît bişikê hevdîtin bên kirin û Serokê me bigihîje azadiya xwe.”
 
‘Mifteya çareseriyê destê Birêz Ocalan de ye’
 
Sultan Yuksel (57) jî bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û got ligel hewaya sar meşa xwe didomînin û wiha pê de çû: “Em her roj li ber televîzyonan wan temaşe dikin û ji bo me ev meş gelek girîng e. Ev meş ji bo me hemûyan bi xêr be. Bi vê meşê em dixwazin zilma li ser kurdan bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe. Ger ku tecrît rabe wê deriyên girtîgehan jî vebe. Em jî xweşiyê û azadiyê dixwazin. Xweşî ji bo hemû kesan heye, lê ji bo me kurdan tuneye. Her tim zilmê li ser me kurdan dimeşînin. Li hember vê zilmê divê em bibin yek. Ger ku em nebin yek ev zilm wê tim bidome. Ger tifaqiya me hebûya em ê bi ser ketana û azadî bihata welat. Mifteya aştiyê destê Birêz Ocalan de ye. Ger ku Birêz Ocalan bê berdan mifteya çareseriyê jî amadeye. Li ser maseya çareseriyê dê azadiyê ava bikin. Lê belê Birêz Ocalan kirine nava behrê wê çawa aştî bê vî welatî? Em aştiyeke bêyî wî naxwazin. Ger ku Birêz Ocalan nebe aştî nayê vî welati.”