Dayika Sêvê: Sêvê serhildêr bû

  • 09:06 4 Çile 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
MANÎSA - Dayika Sêvê Demîr, Sakine Demir di 8'emîn salvegera qetilkirina Sêvê de da zanîn Sêvê herî zêde ji bo jinên kurd xebitiye û wiha got:"Sêvê her tim digot 'jiyan serhildan e'. "
 
Endama Partiya Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA)  Fatma Uyar, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir piştî îlankirina qedexeya derketina derve a di 14'ê Kanûna 2016'an de, di 4'ê Çileya 2016'an de bi guleyên ji wesayeta zirxî hatin barandin, hatin qetilkirin. Di doza hat vekirin de Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara "bêbiryariyê" da û dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê re şand. Dadgehê diyar kir ku qetilkirina sê jinên siyasetmedar li ser "gumanê" pêk hatiye û ser dosyayê girt. 
 
Sêvê û malbata wê li sirgunê jiyan
 
Sêvê Demîr li Gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê hat cîhanê. Ew sirguna ku ji aliyê dewletê ve li kurdan tê ferzkirin di salên dawî 90'î de dibînin. Malbat berê diçe Amdê piştre diça Manisayê. Tevî jiyana sirgunê jî Sêvê dev ji nasnameya xwe û xebatan bernade. Di HADEP, DEHAP, KCD, BDP û DBP'ê de xebatên xwe didomîne. Hem di nava partiyên siyasî hem jî di nava têkoşîna jinan de cihê xwe digire. Sêvê di heman demê de di nava DOKH'ê de jî cihê xwe digire. Sêvê di warê rêxistinbûyin û zanebûnê de bandorê li gelek jinan dike. Heta tê qetilkirin jî têkoşîna xwe didomîne. 
 
Sêvê dev ji têkoşîna xwe berneda 
 
Sêvê di salên 90'î de ji ber zextan ji gundê xwe koç dike. Bi malbata xwe re li Amedê bi cih dibin. Li vir jî zext didomin. Rojekê polîs bi ser mala wan digire û dibêjin 'Hûn terorist in'. Sêvê jî li ser vê yekê bersivê dide wan û dibêje 'esil hûn terorist in. hûn bi pêlavên xwe yên bi herî dikevin mala me'. Ji ber zextan Sêvê bi malbata xwe re vê carê koçî Manîsayê dike. Di sala 2002'yan de bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe. Sêvê ji ber wekî endama Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebat dida meşandin bi operasyona di bin navê "KCK" de hat girtin. Di 12'ê Îlona 2012'an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger dike. Piştî ji girtîgehê derdikeve wekî endama Meclîsa Partiya DBP'ê li Şirnex û Mêrdînê dest bi xebatan dike. Di 4'ê Kanûna 2015'an de di dema qedexeya derketina derve de çû herêmê. 
 
Sêvê di serdema ku dev ji axa xwe berneda de û di dema têkoşîna xwe bi biryar didomand de bi aktivîsta KJA'yê Fatma Uyar, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir di 4'ê Çileya 2016'an de bi guleyên ji wesayeta zirxî hatin barandin, hatin qetilkirin. 
 
Di salvegeha 8'emîn a qetilkirina Sêvê de dayika wê Sakine Demir qala wê kir. 
 
'Sêvê serhildêr bû'
 
Sakineyê diyar kir ku barê gelê kurd pir giran e û got ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji du salan zêdetir e xeber nayê girtin. Sêvê da zanîn loma girtî li berxwe didin û wiha pê de çû:"Sêvê bîst salî ji bo gelê kurd xebitî li berxwe da. Li ku derê ba Sêvê xebatên xwe bi awayekî serkeftî dimeşand. Heft salên xwe temam kir ket sala heştan. Ez li ser navê wê herkesî bi bîr tînim. Sêvê ji bo çi şehîd ket, gelê kurd wê baş fam dikin. Çima, çimkî Sêvê serhildêr bû. Ew ji bo çand, zimanê xwe pir dixebitî. Wêji gel, ax û nasnameya xwe gelekî hez dikir. Lê belê di dilê min de tiştek maye. Ez ne li gel wê bûm. Xebata bîst salî ne hindik e. Divê ez jî di vê pêvajoyê de li gel keça xwe bama. Wek wê bi hezaran kes şehîd ketin. Ji ber şehadeta wê serê me bilind e. Em ê tu carî ji rêya wê venegerin. Em kurd in, em ji bo ax, nasname û çanda xwe têbikoşin."
 
'Herî zêde ji bo jinan dixebitî '
 
Sakineyê da zanîn piştî sê jinên siyasetmedar Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylamez ên di 9'ê Çileya 2012'an de li Parîsê hatin qetilkirin û piştî sê jinên siyasetmedar Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyê hatin qetilkirin gelek kes rabûn ser piyan. Sakineyê da zanîn Sêvê herî zêde ji bo jinên kurd dixebitîn."
 
'Sêvê tim digot 'jiyan serhildan e'
 
Sakineyê diyar  kir ku encax meseleya kurd bi yekîtiya kurdan re bê çareserkirin û wiha pê de çû:" Heta em bi destên hevdu negirin ew ê tu tiştek çareser nebe. Ger rêberê gelê turk tuneba wê bikaribana li malên xwe rûniştina ? Dilê kurdan jî diêşe. Kurd jî ji Rêberê xwe hez dikin. Lê belê em îro ji wî tu xeberê nagirin. Divê em giş rabin ser piyan, em radibin ser piyan lê ev têrê nakê. Em bangê li Ewropayê jî dikin. Ewropa jî berjewendiyên xwe difikire lê heta kengî ? Heger aştî were vî welatî ev wê ji bo berjewendiyên herkesî be. Carinan hevalên Sêvê ji min re digotin 'Dayê îro ez nemînim kesekî din nemîne wê kî yê bimîn ? '. Em mecbûr in rabin ser piyan. Carinan min ji Sêvê re digot 'ma qey hûn nabetilin ? '. Wê jî digot 'yadê ez nabetilim, karê min zêde ye. Hemû bajarên Kurdistanê têra min nakin. Divê ez bixebitim. Jiyan serhildan e. ' "
 
'Divê em piştgiriyê bidin hevdu'
 
Sakineyê bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd hat destpêkirin û wiha got:"Girtî bi gelek zehmetiyan rû bi rû dimînin. Gelo kesên dibin sedem, wijdanê wan vêya çawa qebûl dike ? Îro divê em hemû piştigiriyê bidin hevdu. Çalakiyên grevên birçîbûnê ji bo çi dest pê kir ? Îro dewlet ji wan re dibêje 'em rê venakin, em vê tecrîdê ranakin, em şer jî nasekinîn'. Divê gelê me topyekun rabin ser piyan û bêjin êdî bes e. Ez silavên xwe ji girtîgehan re dişînim, ez serkeftinê ji bo herkesî dixwazim. Ji bo we hemûyan serkeftin."