Kakila hevdîtinên butçeyê: Berdewamiya zîhniyeta sed salî!

  • 09:02 2 Çile 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan der barê butçeya ku ji şer re hatiye veqetandin û Kurdî di parlamentoyê de tune hatiye hesibandin de axivî û got tunehesibandina Kurdî berdewamiya zîhniyeta komarê ya sed salî ye. Dîlanê  diyar kir ku heta şer û pevçûn bidomin wê ne edelet ne jî razemenî li welat neyê kirin.
 
Hevdîtinên butçeya Navendî ya sala 2024’an ku 11’ê Kanûnê de hat Lijneya Giştî, piştî maratona du hefteyan şûnde di 25’ê Kanûnê de bi dengên AKP-MHP’ê ji meclîsê derbas bû. Ji bo ‘Ewlehî û Parastina Netewî’ ji 10’an yek veqetandin û tevî ku DEM Partiyê bê navber got ev butçeya şer e  û civak tê de tune ye jî kesî nebihîst. Koma AKP’ê ku ev nebihîst, silavkirina greva birçîbûnê ya li girtîgehan û banga aştiyê jî hedef nîşan da.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan der barê hevdîtinên butçeyê de axivî.
 
‘Pêşniyarên me li ber çavan negirtin’
 
Dîlanê da zanîn ku wan pêvajoyeke balkêş derbas kirine û got: “Du hefte berê me daxwazên xwe di Komîsyona Plan û Butçeyê de pêşkêş kir. Ev pêvajoyeke ku polîtîkayên talanê yên AKP’ê derket holê bû.  AKP’ê ev yek cidî negirt. Em matmayî neman. Em behsa butçeyek ku li gorî daxwazên AKP û hevkarên wê pêk hatiye dikin. Di vê butçeyê de jin, gel, kedkar, kêmar tune ne. Ji du kesan yek AKP’ê qebûl nake. Divê desthilatdarî vê dane holê. Divê bibîne ku kes wan naxwazin. Me wek muxalefet ev danî holê. Me di komîsyona plan û butçeyê de pêşniyarên ku polîtîkayên wan teşîr dike danî holê. Em behsa desthilatdariyek ker û lal dikin. Ji ber desthilatdariya xwe wisa dikarin xwedî bikin. Wekî din şansê wan tune ye.”
 
‘Berdewamiya zîhniyeta sed salî’
 
Dîlanê bi lêv kir ku berdewamiya komara sed salî li parlamentoyê dîtine û wiha dirêjî dayê: “Em DEM Partiyê jê derxistin li parlamentoyê tiştekî bê axaftin tune ye. Der barê jin, kêmar, bindest, Elewiyan de tu tiştekî nadin ber xwe. Ne tenê AKP, hedefa hemû partiyan DEM Partî ye. Ji ber DEM Partî dest dide hemû aliyan. AKP û muxalefet jî ji vê nerehet dibin. Di her gotinê de êrîşê DEM Partiyê dikin. Biqasî dest bavêjin îradeya me xwe mafdar dibînin. Lê bersiva vê jî ji me û gelan girtin. Bersiva ‘hûn nikarin li ser me gotinê bêjin’ girtin. Ji ber me butçeya wan a ku jin û gel tune hesibandin teşhîr kir, êrîş dikin. Her parlamenterê derket ser kursiyê êrîş kirin. Lê me polîtîkayek ku derewên wan vala derdixe holê şopand.”
 
‘Mijar tunehesibandina zimanê Kurdan e’
 
Dîlanê her wiha destnîşan kir ku di meclîsê de silavdayîna bi Kurdî her tim hedef hatiye nîşandan û wiha diyar kir: “Her tim ji me re dibêjin ‘pirgirêka me bi Kurd û Kurdî re tune ye’. Lê bixwe re dikevin nakokiyê. Li aliyê din jî di her axaftina Kurdî de xala 3’yemîn a Destûra Bingehîn bi bîr dixin. Desthilatdariya AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe biaxive vê hewldanê dike. Em helwesta wan baş dizanin. Em behsa mirovên bi sedsalan e li ser vê axê dijîn dikin. Em ê ji bo jiyankirina zimanê xwe têbikoşin. Mijdar ne xala 3’yemîn a Destûra Bingehîn e. Mijar tunehesibandina ziman û nasnameya Kurdî ye.”
 
‘Tabloyek cuda xêz dikin’
 
Dîlanê balkişand ser tecrîd û grevên birçîbûnê û wiha dirêjî dayê: “Tevî grev û tecrîdê desthilatdarî û wezaret tabloyek cuda xêz dike. Dibêje li girtîgehan pirsgirêk tune ye. Wekî agahiya wan ji civak û girtîgehan tune ye diaxivin. Baş dizanin li girtîgehan çi dibe lê ji bo parastina desthilatdariya xwe tabloyek bi heybet xêz dikin. Her wiha polîtîkayek AKP’ê ya ji bo jinan tune ye. Dixwazin jinan hepsê malê bikin. Em jî dibêjin dema jin xurt bibe wê civak jî xurt bibe.  Me di hevdîtinên butçeyê de ji wezareta malbat û xizmetên civakîre jî got. Di wezaretê de gotin ‘jin’ tune ye.”
 
‘Zîhniyetek ku şer û pevçûnan giran dike heye’
 
Dîlanê diyar kir ku butçeya 2024’an ya ji meclîsê derbas bûye ji sedî 10 ji şer re hatiye razandin û got: “Desthilatdarî ji welatiyên birçî re dibêje ‘haya we ji bihayê guleyan heye’. Li vî welatî heta ku şer û pevçûn hebin wê edalet jî neyê. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi bidawîbûna şer û pevçûnan pêkan e. Aboriya welat, mafê mirovan ancax wisa çareser bibe. Lê zîhniyeteke ku pevçûnan giran dike heye. Em ê ji bo aştiyeke mayîn de têbikoşin.”