Dayikên Şemiyê: Em ê hêviya xwe mezin bikin

  • 14:04 30 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya çalakiya xwe ya 979’emîn de li Qada Galatasarayê hatin li cem hev û diyar kirin ku 2023’yan bû sala binçavkirin, astengkirin û darizandinan û gotin: "Dê di sala 2024'an de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin.”
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê ku bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê tên bahev di hefteya çalakiya xwe ya 979’emîn de li Qada Galatasarayê daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê qûrnefîl û wêneyên xizmên xwe yên windakirine hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê bûn. 
 
Di daxuyaniya vê hefteyê de qala binpêkirinên mafan ên sala 2023’yan hate kirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Zeynep Yildiz metna daxuyaniyê xwend û anî ziman ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hêj Qada Galatasarayê di bin dorpêçê de ye. Zeynep a pirsa “Ji bo ku em windakiriyên xwe bibinînin me çi kir?” pirsî diyar kir ku sala 2023’yan bi astengkirin û binçavkirinan tejî ye. Zeynep, anî ziman ku desthilatê faîlên mirovên hatine windakirin nedîtine.
 
Zeynep, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê ji bo sala pêşiya me, daxwazên xwe yên herî xweş tam saet di 12.00’an de li asîmanan binêrin û ji windakiriyên xwe re ragihînin: ‘Em ê we bibînin!’ Sala 2023’yan ji bo bû sala astengkirin, binçavkirin û darizandinan. Me bi dehan caran tecrube kir ku destûra bingehîn û hiqûq tune tên hesibandin. Desthilatê ji bo aqûbeta windakiriyên mên di bin çavande aşkere bike, faîl û berpirsyarên sûc ceza bike peywîra xwe bi cih neanî.”
 
Zeynep destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq nemaye û ji bo ku di sala nû de serdestiya hiqûqê bi cih were û binpêkirinên mafên mirovan rawestînin em ê berpirsyariyê xwe bi cih bînin. Zeynep, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê di sala nû de daxwaza xwe ya ji saziyên cemaweriyê ku rêzê ji maf û azadiyên me re bigirin bidomînin. Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin.”