Ber bi 1'ê mijdarê ve: Têkoşîna hevpar gelekî girîng e

  • 09:07 28 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan zanîn divê her kes li dijî êrişan bibin yek û destkeftiyên hemû gelan bi vî rengî bên parastin û wiha gotin:" Tê xwestin projeya Xweseriya Demokratîk ji holê rabikin. Dixwazin di nava welatiyên li vir dijîn parçebûnekê ava bikin. Loma têkoşîna hevpar gelekî girîng e."
 
Bi Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke nû ava kirin. Lê belê di 15'ê Îlona 2014'an de bi êrişên DAÎŞ'ê hat xwestin ev jiyan bê astengkirin. Hat xwestin bi van êrişana destkeftiyên şoreşê ji holê bên rakirin. Li dijî êrişên DAÎŞ'ê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bexwedaneke mezin dan. DAÎŞ a ku cîhan jê ditirsiya û dihat bawerkirin ku têk naçe bi vê berxwedanê têk çû. Cara yekem li Kobanê têk çû. Ev serhildan li hemû cîhanê belav bû û biryar hat dayin ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bê îlankirin. Ji wê dîrokê heta niha li cîhanê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê çalakî tên lidarxistin. Lê belê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. 
 
Ji Rêveberiya Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber û Endama Partiya Sûriya Pêşeroj Leman Şêxo têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, armanc û sedema êrişan de nirxandin kirin.
 
'Bêdengiya dewletên navneteweyî qirkirina mirovî pêk tîne'
 
Ji Rêveberiya Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber derbarê rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û armanca êrişên dewleta tirk de wiha got:" Di demên dawî de êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bêdengiya dewletên navneteweyî zêde bûne. Ev êriş bi hovîtî tên kirin. Bi taybet ev rêxistinên ku her bi parastina mafê mirovan bang dikin ew jî bi bêdengiya xwe qirkirina mirovî pêk tînin. Bi vê yekê tê xwestin projeya Xweseriya Demokratîk ji holê rabikin. Dixwazin di nava welatiyên li vir dijîn parçebûnekê ava bikin. Loma têkoşîna hevpar gelekî girîng e."
 
'Israra gel berxwedan e'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Zeynebê derbarê berxwedana gelê herêmê û israra wan a berxwedana li hember dagirkeriyê wiha  got:"Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên hovane û derveyî mirovahiyê jin, zarok, kal, pîr, binesazî, nexweşxane û kargehan dike hedef. Vê yekê jî ne tenê bi obisan bi balafirên şer jî dike. Lê dîsa welatiyên van herêman bi israra ku wê li hember hemî cureyên şer li berxwe bidin têkoşîna xwe didomînin. Ev yek dane pêşiya xwe. Di heman demê de rojane têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo demokrasiyê û Sûriyeyek ne navendî mezin dikin. "
 
'Dixwazin bajarê Helebê bikin binê dagirkeriya xwe'
 
Di berdewamiya axaftina we de Zeynebê bal kişand ser armancên dîtir a dewleta tirk a dagirkirina bajarê Helebê û wiha lê zêde kir:" Dewleta tirk bi her êrîşekê re armancên xwe dide xuyakirin. Bi êrîşên xwe re dixwaze bajarê Helebê jî bike binê dagirkeriya xwe. Ji plana wan a Mîsaki Milli diyar e bajarê Helebê hedefa wan e. Ji ber ku dewleta tirk bajarê Helebê ji xwe re weke parêzgeha Osmanî dibînin lewma di roja me ya îro de rojane balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker her, li asîmanên bajarê Helebê digere. Ev balafir kantona Şehbayê jî rojane bombebaran dike. Ev yek jî dide xuyakirin ku gef û xeteriya dewleta Osmanî li ser tevahî erdnîgariya Sûriyeyê çêdibe."
 
'Divê Hikumeta Şamê bi erka parastinê rabe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê bang li Hikumeta Şamê kir ku ji bo têkbirina êrîşên li ser erdnîgariya Sûriyeyê, bi erka parastina welatiyên li Sûriyeyê rabe û got:"Îro dewleta tirk ne tenê gelê kurd di heman demê de tevahî gel û kêmnetewên ku îro li ser erdnîgariya Sûriyeyê dijîn dike hedef û wan qetil dike. Divê Hikumeta Şamê bi erka xwe rabe. Divê tevahî gelên ku li ser vê axê dijîn biparêze. Divê em hemû bi hev re têkoşîna xwe ya ji bo têkbirina dagirkeriyê mezin bikin. Divê jiyaneke piralî esas be, ne ya navendî."
 
'Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe aloziyê mezin dikin'
 
Di heman demê de li ser heman mijarê Endama Partiya Sûriya Pêşeroj Leman Şêxo da zanîn dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe aloziya di nava Sûriyeyê de hîn zêdetir dikin û wiha pê de çû:" Ji 13 salan û heta niha aloziya li Sûriyeyê berdewam e. Aloziyek wiha, ji aliyê gelek dewletan ve hat çêkirin. Ev jî bi armanca perçekirina di nava Sûriyeyê de bû. Loma îro rewşa gel her di nava tengasiyê de ye. Di heman demê de jî xizanî zêde bû. Ji bo ku dewletên navneteweyî berjewendiyên xwe pêk bînin, îro vê aloziyê didin dewamkirin."
 
Kesên li dijî hişbirê disekinin, bûn hedef
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Lemanê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got:"Dewleta tirk ji nû de û bi awayekî domdar êrîşên xwe li ser herêmên me dike. Di heman demê de, di encama êrîşên xwe de hêza li dijî hişbirê xebatê dide meşandin kir hedef û 29 xebatkarên Hêza Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê gihaştin şehadetê. Madeyên hişbirê xetereyek mezin a di nava civakê de ye. Bi taybet bandorê li ser ciwanan dike. Ji bo ku ciwan jî di riya xirab de biçin ev made bi zaneyî di nava ciwanan de tên belavkirin. Kesên li dijî vê talûkeyê disekinin jî bûn hedefa dewleta tirk. Lê dîsa jî me dest ji têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê berneda."
 
'Tevî astengî û êrişan jî em xebatên xwe didomînin'
 
Di axaftina xwe de Lemanê girîngî da erka Partiya Sûriya Pêşeroj û wiha got:” Em her tim xebatê dikin, ji bo ku em Sûriyeyek azad, dûrî navendîbûnê bidin avakirin. Bêyî ku em cudahiyê têxin nava pêkhateyên li Sûriyeyê, em xebatên xwe didin meşandin. Li Sûriyeyê yekîtiya pêkhateyan hatiye avakirin. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca Rêveberiya Xweser avakirin e, ne parçekirin e. Lê tevî bêdengiya dewletên navneteweyî her wiha avakirina derfetên ji bo dewleta tirk jî em weke partî di hemî qadên siyasî, civakî, aborî û çandî de xebata xwe didin meşandin. Di heman demê de bi têkoşîna gel em ê, armancên dewleta tirk vala derbixin."
 
‘Li ser şopa Hevrînê em têkoşîna xwe mezin dikin’
 
Di dawiya axaftina xwe de Lemanê bal kişand ser salvegera çaremîn a şehadeta pakrewan Hevrîn Xelef û wiha got:”Em bi saya têkoşîna Hevrîn Xelef îro partiya xwe bi pêş dixin.  Ev bû çar sal di ser şehadeta Hevrîn Xelef re derbas dibe. Hevrînê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve hat hedefgirtin. Armanca dewleta tirk, têkbirina Partiya Sûriya Pêşeroj bû. Ji bo pêşî li ber çareserkirina aloziya li Sûriyeyê bigire Hevrînê kirin hedef û êriş dikin. Di heman demê de ji bo têkbirina rola jinê ya di qadên siyasî de êriş tên kirin. Lê belê em weke partî soza nûkirina tekoşîna xwe ya li ser şopa Hevrîn Xelef didin. Em ê Sûriyeyek azad û ne navendî ji qeyran û aloziyan dûr ava bikin.”