28 sal in li qada Galatasarayê ye: Em tu carî dest jê bernadin

  • 09:05 27 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekin
 
STENBOL - Besna Tosun ku hîna zarok bû bavê wê Fehmî Tosun di bin çavan de hat windakirin, li Qada Galatasarayê ji bo dîtina bavê xwe têkoşîn nas kir, di çalakiya hefteya 968’emîn de bi 6 kelepçeyan hat binçavkirin û îşkencekirin. Besnayê serlêdana sûc kir û wiha got: "Em ji qadê wêdetir hezkiriyên xwe dixwazin. Ez banga piştevaniyê li hemû kesî dikim. "
 
Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin ev 28 sal in bê navber têdikoşin. Dayikên Şemiyê 700 hefteyî her şemî saet di 12.00’an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev û daxwazên xwe anîn ziman. Di hefteya 700’î de bi awayekî dijhiqûqî êrîşê çalakiya wan hat kirin û piştî vê ji ber qedexeyan dayikan têkoşîn li qadên cuda meşand.  Dayika Şemiyê Masîde Ocak Kişlakçi û Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan û di encama biryara hat dayîn de hat diyarkirin ku Mafê Pêkanîna Meş û Civînan hatiye binpêkirin û divê tazminat bê dayîn. Li ser vê qad dîsa ji dayikan re hat vekirin.
 
Lê ji 8’ê Nîsanê de ye polîs her hefte bi hinceta qedexeya qeymeqamtiya Beygolu dayik binçav kirin û tevî vê dayik têkoşîn xwe didomînin. Yek ji van keça Fehmî Tosun ê di 19’ê cotmeha 1995’an de di bin çavan de hat windakirin, Besna Tosun e. Besna di temenê biçûk de derdikeve qada Galatadarayê. Di hefteya 968’an de polîsan tundî lê kir, bi 6 kelepçeyan binçav kir. Lê Besna tevî hemû zextan di têkoşîna xwe de bi biryar e.
 
‘Dewletê ev Besna afirand!’
 
Besnayê diyar kir ku li gundê Leco ya Licê ya Amedê bi zextên dewletê re hatine rû hev, bavê wê Fehmî Tosun cerdevanî qebûl nekiriye û ji ber vê hatiye windakirin. Besnayê wiha got: “Kesên cerdevanî qebûl nekirin, îşkence û tundî dîtin. Bavê min hat binçavkirin. Gundê me cerdevanî qebûl nedikir. Her roj bi ser gund de digirtin. Hemû xaniyên gund hatin şewitandin. Di navbera salên 90’î û niha de tiştek neguheriye. Tiştên min vê hefteyê jiyan wek pêkanînên wan salan e. Dewlet ne biyanî ye. Pratîka wan naguhere. Lê pratîka têkoşîna me jî heye. Têkoşîna me ji 90’î heta niha didome. Dewletê ev Besna afirand.”
 
Serî netewandin, bedel dan…
 
 
Besnayê bi lêv kir ku dewlet bi salan e hewl dide gelan tune bike, bi gelan serî bide tewandin û wiha bi lêv kir: “Ji ber me îtîraz kir em bedelan didin. Tevî evqas tundî em hîna çalakiya xwe didomînin.Tehemula wan ji aştiyê re tune ye. Dewlet dibêjin ez ê her tiştî bikim lê îtîraz nekin. Lê em vê qebûl nakin. Dayikên Şemiyê wijdan û hişê vî welatî ne. Tenê ji bo zarokên xwe ne li vê qadê ne. Ji bo pêşeroja me hemûyan têdikoşin.”
 
‘6 kelepçe nîşaneya kîn û nefreta wan e’
 
Besnayê di axaftina xwe de balkişand ser 6 kelepçeyên li destê wê xistine û wiha daxuyand: “Ev êrîş ne tenê li dijî şexsê min e. Hêrsa wan li dijî  çalakiya 28 sal in tê meşandinê ye. 6 kelepçeyê li destê min xistin nîşaneya kîn û nefreta wan a li dijî dayikên şemiyê ne. Heman hefteyê hevalek min a nexweşiya pençeşêrê ya polîsan lê dan hebû. Tevî me got nexweşa pençeşêrê ye lê dan. Her hefte bi awayekî dijhiqûqî me binçav dikin. Em dibêjin ku ev dijhiqûqî ye. Em biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya ‘binpêkirinê’ dibêjin û li dijî binçavkirinê li berxwe nadin.”
 
Daxwaza wan aqûbeta xizmên wan e
 
 
Besnayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew her hefte di îfadeyên xwe de tundî û binpekirinên mafan diyar dikin û gilî dikin. Besnayê wiha dawî lê anî: “Vê hefteyê jî ez, endama komisyona girtîgehan a ÎHD’ê  Hatîce Onaran û xwişka xwe Newroz Tosun em çûn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayan û me gilî kir. Ez bang li hemû kesî dikim ku piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê. Daxwaza me dîtina xizmên me ye. 28 sal in em têdikoşin. Yekane daxwaza me aqûbeta xizmên me ne. Heta em hezkiriyên xwe nebînin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”