Komeleya Jinan a Rosa têkoşîna jinan di xebatan de derdixe pêş

  • 09:04 26 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Komeleya Jinan a Rosa ya 5 sal in li Amedê û derveyê wê bi jinan re di nava piştevaniyê de ye, bi rêveberiya xwe ya nû têkoşîna xwe didomîne. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleyê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku wek komeleya di bin sîwane, rêgez  û şertên xwe de xebatên xwe dimeşînin.
 
Komeleya Jinan a Rosa ya li Amedê ji 2018’an heta niha faliyetên xwe dimeşîne, heta îro bi jinan re piştevaniya xwe domandiye. Komeleyê di 5’ê cotmehê de lijneya xwe ya giştî pêk anî û bi rêveberiya xwe ya nû re, zêdetir rêxistinbûn û têkoşîna li dijî tûndiyê dike armanc. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ezgî Sila Demîr, der barê xebatên dema nû de û plansaziya ji bo jinên herêma erdhejê axivî.
 
‘Komele di pêvajoyek aloz de hat avakirin’
 
Ezgiyê behsa pêvajoya avakirina komeleyê kir û da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re saziyên jinan hatine girtin û ji ber hewcedariyan komele hatiye avakirin. Ezgiyê wiha dirêjî dayê: “Ji roja Rosa ava bû, ez di nava xebatên wê de bûm. Di pêvajoyek aloz de komeleya Rosa li ser hewcedariyê hat avakirin. Tundiyek mezin li ser jinan hebû. Rosa ji bo piştevaniya jinan hat avkakirin û bû bersiva jinan. Rê da ber jinan. Rosayê di alî hiqûqî, psikolojik de misyon girt ser xwe.”
 
Polîtîkayên şer û qeyûm
 
Ezgiyê destnîşan kir ku jin li her qadê bi tundiyê re tên rû hev û wiha berdewam kir: “Rosa ji ser cureyên tundiyê mekanîzma serlêdanê dimeşîne. Evqas pirsgirêkên jinan hene ku divê mirov hinek bi komplike lê binêrin. Ji ber  Amed yek ji bajarên ku di şertên awarte de jiyana xwe didomîne. Ji ber vê di pêvajoya 7-8 salên dawî de em hem di qada jiyana taybet hem di qada cemawerî de bi tundiyê re tên rû hev. Ji wesayîtên zirxî bigirin heta tayînkirina qeyûman, heta KHK’yan û bi KHK’yan hezaran kesên ji kar hatin avêtin. Tevî hemû zextan gel li ser piyan e û parastina xwe dikin. Li gorî bajarên rojava tundî li herêmê zêdetir e. Em bi her binpêkirinên mafan re tên rû hev.”
 
‘Em destê xwe ji herêma erdhejê nakêşin’
 
Ezgiyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Ji roja erhej pêk hat me xebatên xwe meşandin. Li Semsûrê me xebat meşandin. Ji bo pêşerojê jî em difikirin ku serlêdanan bigirin. Em plana piştgiriya psîkososyal dikin. Şert û merc hebin em ê destê xwe ji herêma erdhejê nekêşînin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Wê çi bên kirin?
 
Ezgiyê di dawiya axaftina xwe de der barê xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de jî axivî û wiha dawî lê anî: “Planên me hene. Em Tora Piştevaniya li dijî Tundiyê ya Amedê ji bo rapora xwe aşkera bikin xebatan dimeşînin. Em bi lez xebata vê dikin. Piştî kongreyê rojeva sereke ev li pêş me ye. Em roja hatine avakirin plansaziyan der barê bajar de derdixin. Xebatên me wê der barê vê de bidomin. Xebatên me yên taybet hene. 25’ê Mijdarê gelekî girîng e. Ji bo organizasyona wê jî me dest bi xebatan kir. Tevgera jinê ji berxwedana hişê dîrokî, ji têkoşînê tê û li dijî vê têkoşîna xwe didomîne. Em wek Komeleya Rosa di bin sîwane, rêgezên xwe  û şertên xwe de xebatên xwe dimeşînin.”