Dayikên Aştiyê ji êrîşan re gotin êdî bes e!

  • 09:03 23 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku bi salane li dijî êrîşan têdikoşin û  gotin: “Israîl  sed sal be vî şerî  dimeşîne, Tirkiye hezar sal e li Kurdan zilmê dike. Bila Erdogan dest ji Rojava berde. Bila dest ji qetilkirina Kurdan berde. Êdî bes e. Em bang li hemû kesî dikin ku ji bo Rojava deng bilind bikin.
 
Êrîşên Tirkiyeyê ji 4’ê cotmehê de ne li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li herêmê gelek îstasyonên av û ceryanê, tesîsên petrole, nexweşxane, mal, gund û li wesayîtan bombebaran hat kirin. Di êrîşan de hem jin hem zarok hedef hatin giritn. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. 
 
Di êrîşên Tirkiyeyê yên li hembr herêmê de gundê Şealê  û navçeya Til Rifet a Şehbayê ya girêdayê Şewarxa ya Şera a Efrînê hat bomebarakirin. Daristana gundê Soxanekê ya Şêrewa hedef hat girtin. Di êrîşên li Kobanê de gundê Ehmed Munîr hedef hat girtin. Di êrîşên 10 rojên dawî yên li hember Mexmurê de 7 kes birîndar bûn û ciwanek hat qetilkirin. Bertekên li dijî êrîşan didomin.
 
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedîa Gokyuz û Guler Bugday der barê êrîşên li hember Rojava de axivîn.
 
‘Tirkiye hezar sal e zilmê dike’
 
Bedîayê bi lêv kir ku ziman, ol, nîjada şer çi dibe bila bibe ne tiştekî baş e û wiha got: “Şer xwîne, komkujiye. Şer tenê gelên bindest tune dike. Ev parçeyek pergala kapîtalîst e. Tirkiye êrîşî Roajva dike. Êrîşî av, nan, nexweşxaneyên wan dike. Ahlaqekî şer jî heye. Tirkiyeyê du roj berê êrîşî mizgeftê kir. Tirkiye ji Fîlîstînê re dibêje aştiyê pêk bîne. Bila ewil ew aştiyê pêk bîne. Israîl ev sed sal be zilmê dike Tirkiye hezar sal e dike. We mala Kurdan axa Kurdan şewitand.”
 
‘Êdî bes e’
 
Bedîayê destnîşan kir ku her tim ew li dijî şer in û wiha domand: “Em kesên dibin sedema şer lanet dikin. Ji bo berjewendiyên xwe şer derdixin. Em dayik şer naxwazin. Cîhan veguhertine gola xwînê. Bila destê xwe ji ser mazluman bikşînin. Êdî bes e. Zilma li ser gelê Kurd ya gelê Fîlîstînê bezandiye. Kes zilma li ser me nabîne. Vê zilmê ji ser me rakin.”
 
‘Şerekî dijahlaqî dimeşînin’
 
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Guler Bugday jî bi lêv kir ku bi salane aştiyê diqîrin û wiha vegot: “Li ser gelê Kurd polîtîkayên şer dimeşînin. Li ser jin û zarokah her tim şer tê meşandin. Em destê aştiyê dirêj dikin lê ew bi çekan êrîş dikin. Em ne aliyê vî şerê qirêjin. Em şer lanet dikin. Li ser gelê Rojava êrîşek mezin heye. Tirkiye êrîşê Rojava dike. Ev di tu hiqûqê de tuneye. Gelê Kurd tu carî li dijî şer serî netewandiye.Berxwedan didome.”
 
Ji bo Rojava bang
 
Gulerê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Em gelê Kurd şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Sedema hemû krîzan ev şer e.Yên li Rojava jin û zarokan qetil dikin terorîsitn. Ez bang li hemû kesî dikim ku vî şerî qebûl nekin û têbikoşin. Gelê Kurd ji bo her kesî aştiyê dixwaze. Dest ji qetilkirina Kurdan berdin. Êdî bes e.”