‘Şerê li Rojhilata Navîn dest pê kiriye wê li hemû cîhanê belav bibe’

  • 09:03 22 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Nûnera Koma Xebata Jinan a TMMOB’ê Dîlruba Duygu Soylemez balkişand ser bandora şerê li ser jinan ya li Rojhilata Navîn li didome û got: “Şer, şerê rant û hêzê ye. Li ser jin û zarokan polîtîka tê meşandin. Yên van birînan dikewînin jin in.”
 
Êrişên Tirkiyeyê yên 4’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin didome. Di 7’ê cotmehê de jî Tugaya Îzzedîn el- Kassam ku baskê rêxistina paramîlîter Hamasê ye li hember Iraîlê operasyona ‘Tufana Aksa’ da destpêkirin û piştî vê şerê navbera Israîl û Fîlîstînê de destpê kir. Ligel vê berxwedana li Îranê û berxwedana jian a li Afganîstanê li dijî Talîban. Şerê li Rojhilata Navîn tên meşandin bêguman herî zêde bandor li jinan dike û bilanço roj bi roj mezi dibe.
 
Nûnera Koma Xebata Jinan a Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Dîlruba Duygu Soylemez, diyar kir ku şerên li Rojhilata Navîn herî zêde bandor li jinan dike.
 
‘Şer, şerên rant û hêzê ne’
 
Dîlrubayê da zanîn ku şerên li Rojhilata Navîn dest pê kirine ne tenê di encama pergala kapîtal de di heman demê de di encama hewldanên bêdengkirina jinê de dest pê kirine û got: “Şer şerên rant û hêzê ne. Li ser jin û zarokan polîtîkayek tê meşandin. Yên ku van birînan bikewînin û travmayan baş bikin dîsa jin in.”
 
‘Şer wê li Rojhilata Navîn belav be’
 
Dîlrubayê daxuyakirin ku mêr di bin navê parastina jinê de bi awayekî çavsor jinan qetil dikin û wiha dirêjî daye: “Ev mêr jinan ji kê diparêzin. Şer li Rojhilata Navîn destpê kiriye lê wê li hemû cîhanê belav bibe. Şerê li Rojava nayê qebûlkirin. Em dengê gelê wir bi tu awayî nabihizîn. Li cihê ku pere û hêz hebe ajitasyon hinek zêde ye. Em li Hamas û Israîlê dinêrin dîsa zêdetir jin dertên plana pêş. Bi îdiaya jin bê hêzin tundiyê zêde dikin. Ev şer mixabin heta ku çavên mêran têr nebin wÊ bidome. Lê divê em vê jibîr nekin. Nîvê civakê jin in. Em têkoşînê nemeşînin em ê em desten xwe nedin wê ev şer bidome.”
 
‘Jin û mêr wekhev nînin’
 
Dîlrubayê bi lêv kir ku zayenda civakan tuneye û wiha ev tişt bi lêv kir: “Hêrs û daxwazên mêran naqedin. Di civakan de jin û mêr ji hev ne cudane. Wekhev in. Kengê newekheviya navbera jin û mêr de ji holê rabe kengê ku kes ji hev neyên parastin wê pêşketin hebe. Lê mixabin ol û pergala kapîtal newekheviyê giran dike. Hêviya me ev eku malbat, zayend û nîjad nebe alav.”
 
‘Civaka heqîqetê neaxive mahkumê cahiliyê ye’
 
Dîlrubayê dawiya axaftina xwe de wiha daxuyand: “Di şer, karaset û rewşên awarte de her tim jin bi bandor dibin. Jin zêdetir di alî xwedîderketinê de tevdigerin.Civaka ku heqîqetê neaxive, perwerdehiyê negire, wê mahkumê cahîliyê be. Divê jin xurt bin, mafên xwe biparêzin, fêm dikin, fêr bidin û parve bikin, piştgiriyê bidin hev. Ne tenê jib o jinan ji bo hemû komên bindest rêxistin ferze. Divê bê navber têkoşîn bê dayîn.”