Li Wanê ligel astengiyan ji bo Rojava meş

  • 14:30 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê ligel astengiya polîsan bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" êrişên li hemberî Rojava hat şermezarkirin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê xwest li Kolana Hûnerê daxuyanî bide. Lê avahiya DBP’ê ya ku li Navenda Kar a Ozgul Centerê ye ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û nehiştin ku kes derkeve derveyî avahiyê. Di heman demê de jî Kolana Hûnerê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Daxuyanî bi hinceta qedexeya walîtî hat astengkirin.
 
Ligel astengiyan meş hat kirin
 
Ligel dorpêça polîsan a avahiya DBP'ê û Kolana Hunerê, girseyek jî li ber Otela Tarhanê ya li Kolana Hûnerê hatin li cem hevdû û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Kurdistan bijî Berxwedan” û “Bijî Berxwedana Rojava” meş li dar xistin.
 
‘Bila aştî bê vî welatî’
 
Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mahmût Dîndar, parlamenterê Amedê Mehmet Kamaç, li Kolana Hunerê di nava dorpêça polîsan de mayî xwestin daxuyaniyê bidin. Mahmût Dundar axivî û got: “Beriya 6 rojan li Fîlîstînê komkujiyek pêk hat. Hêzên derveyî yên Îsraîl bi awayek hov mirovan qetilkirin. Di heman demê de li Rojava 4 roj in sivîl tên qetilkirin. Me xwest em daxuyaniyê bidin. Lê belê ev 3 sal in destûr nayê dayîn ku em li vê bajarê daxuyaniyê bidin. Ev yek bi tenê ji bo HDP’ê tê kirin. Beriya 2 rojan 81 bajaran AKP daxuyanî da. HUDA-PAR duh li vir  konvoy pêk anî. Em vê bê hiqûqiyê qebûl nakin. Em li vir tenê aştiyê diparêzin. Em naxwazin ku sivîl bên qetilkirin. Bila aştî bê vî welatî.”
 
Kesek hat binçavkirin
 
Di heman demê de rojnamegerên ku çalakî dişopand ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Kesên di nava dorpêçe de mayî bertek nîşanî astengiyan dan. Her wiha ciwanek li derveyê dorpêçê dirûşm berz kir û hat binçavkirin.