Daxuyaniya DBP'ê ya li dijî êrîşên li ser Rojava hat astengkirin

  • 13:00 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - DBP'ê bi tevlibûna gelek sazî û rêxisinên civaka sivîl xwest li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava daxuyaniyê bide û êrîşan şermezar bike. Lê daxuyaniya DBP'ê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. 
 
Piştî çalakiya 1'ê Cotmehê ya li hemberî Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, çalakî ji xwe re kir hincet û  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Bi daxuyaniyên Hakan Fîdan re li ser hev êrîş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin û êrîş hê jî berdewam dikin. Di encama van êrîşan de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. 
 
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê gelek sazî û dezgehên kurd ve bi çaçakiyên cûr bi cûr hatin şermezar kirin. Di çarçoveya van çalakiyan de Partiya Herêmên Demokratîk  DBP'ê jî bi tevlibûna gelek sazî û rêxisinên civaka sivîl xwest li dijî êrîşên dewleta Tirk li Parka Rojava ya li Peyasa Amedê daxuyaniyê bide û êrîşan şermezar bike. Daxuyaniya DBP'ê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. 
 
Gireseya tevli daxuyaniyê bû li dijî êrîşa polîsan çalakiya rûniştinê li dar xist û êrîş şermezar kirin.