'Jineolojî destkeftiyeke mezin a ramanên Abdullah Ocalan e'

  • 09:04 11 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê bal kişandin ser girîngî û taybetmendiya Jineolojiyê û wiha gotin:"Her ku em xwe û xebata xwe bi pêş bixin û di nava civakan de belav bikin ewqas em ê bikaribin azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Em hemî qadên Jineolojiyê bidin pênasekirin. Em bi Jineolojiyê re stratejiyek xurt ava bikin. Em wiha bikin em ê bikaribin azadiya Rêbertî jî mîsoger bikin."
 
Niha tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Parêzer û malbat serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Parêzer û malbat, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê didin. Lê belê her carê bi hincetên pûç û vala hevdîtin tên astengkirin. 
 
Abdullah Ocalan bi fikir, raman û felsefeya xwe ya cîhanê dîwarên vê tecrîda giran dişkîne û yek ji avahîsazê Şoreşa Rojava bi xwe ye. Niha li Rojava pergaleke wekhev û demokratîk heye. Bi Rêveberiya Xweser re gelek destkeftî ji bo hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên bidestxistin. Yek ji destkeftiyên mezin kar û xebatên di qada Jinoleojiyê de ne. 
 
Piştî şoreşa 19’yê Tirmehê gelek destkeftî bi dest ketin. Piştî avabûna Rêveberiya Xweser ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe, çalakî, kar û xebatên di warê Jineolojiyê de jî pêk ketin. Jinên li Helebê dijîn û di qada Jineolojiyê de kedeke mezin didin têkildarî girîngiya Jineolojiyê û kar û xebatên di vî warî de axivîn. 
 
'Jineolojî pêş ket û navendên wê hatin vekirin'
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Helebê Rojiyan Hisên derbarê kar û xebatên Jineolojiyê û pêşketina wê de wiha got: "Em îro di sedsala 21'emîn de dijîn, sedsala bi azadî û pêşengtiya jinan tê nasîn. Li vir derketina pêş a di sosyolojiya azadiyê de girîng e. Li ser pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan zanista Jineolojiyê hat pêşxistin. Li ser vê navendên Jineolojiyê li gelek cihên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin. Li bajarê Helebê jî ev bû sê sal in navend hatine vekirin."
 
'Em bi pirsgirêkên jin û civakê re mijûl dibin'
 
Rojiyanê da zanîn ew bi pirsgirêkên jin û civakê re mijûl dibin û wiha lê zêde kir:"Kar û xebatên me yên di hundir vê navendê de herî zêde bi lêkolîn, semîner û komxebatan dewam dikin. Ev jî li ser pirsgirêkên jin û civakê ne. Ev çawa pêş dikevin û wê çawa bên çareserkirin, li ser vê yekê tê sekinandin. Em bi pirsgirêkên jin û civakê re mijûl dibin, ji ber ku azadiya jinan bi azadiya civakê ve girêdayîye. Rêbertî jî dibêje wê azadiya civakê bi azadiya jinan re mîsoger bibe û li ser vê bingehê xebatên me bi pêş dikevin. Em li ser perspektîfên Rêbertî xebatên xwe pêş dixin."
 
Di qada Jineolojiyê de pêşketina mêr
 
Rojiyanê derbarê pêşketina ku îro di xebata wan de çêbûne û hebûna nûnerên mêr a di vê xebata wan de wiha dewam kir:"Piştî avakirina nûnerên jin a di hemî meclîs û saziyan de weke Jineolojiyê me xwest em gavek nû biavêjin. Ew jî avakirina nûnerên mêr a di xebata Jineolojiyê de bû. Ev yek jî li gorî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan e. Bi taybet di lêkolîna hevjiyana azad de ku em çawa rola mêr çalak bikin em li ser vê sekinînin. Çimkî divê mêr wê hişmendiya ji bo hevjiyaneke azad qezenc bikin. Wê mêr çawa bibe sedema malbateke azad? Loma jin û mêr di xebatên Jineolojiyê de bi hev re dixebitin. Mêr perwerdeyan dibînin. Li ser pirsgirêkên jin û civakê nîqaşên berfireh didin kirin. Li Helebê jî herî dawî lêkolîna derbarê berxwedana Şêxmeqsûdê de bi pêş dikeve û hin beş ji wê bi dawî bûne. Mijarek li ser jinên di dema şerê Şêxmeqsûdê de ye. Mijarek li ser dîroka Helebê ya berî Şoreşa Rojava û piştî wê ye. Bi taybet li vir, li ser rola jinan a di avakirina bajarê Helebê de hat sekinandin. Her wiha li ser mijara lêkolîna derbarê bandora aborî ya li ser jinan hat sekinandin. "
 
'Jinolojî destkeftiyeke mezin a ramanên Abdullah Ocalan e'
 
Rojiyanê diyar kir ku bi riya pêşketina xebata wan wê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîsoger bibe û got:"Her ku em xwe û xebata xwe bi pêş bixin û di nava civakan de belav bikin ewqas em ê bikaribin azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Em hemî qadên Jineolojiyê bidin pênasekirin. Em bi Jineolojiyê re stratejiyek xurt ava bikin. Em wiha bikin em ê bikaribin azadiya Rêbertî jî mîsoger bikin. Jinolojî destkeftiyeke mezin a ramanên Rêber Abdullah Ocalan e."
 
'Em bi hêza aqil pirsgirêkan çareser dikin'
 
Her wiha berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Helebê, Yesmîn Mihemed jî ji ajansa me re nirxandina kar û barên Jinelojiyê ya li ser bingeha ramanên Abdullah Ocalan hatiye avakirin, kir:"Parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi taybet a sosyolojiya azadiyê herî zêde li ser pirsgirêkên civakî, qanûn, exlaq disekinî. Çareseriya ji bo van pirsgirêkana tîne ziman. Di heman demê de pêşniyara zanista Jineolojiyê ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan tê kirin. Li Mexmûrê jî li ser vê nîqaş hatin kirin. Navendên lêkolînê li Tebqa, Minbic, Şehba û Helebê hatin vekirin. Em jî bi saya navenda me, hêza aqil didin pêş û bi pêş dixin. Pirsgirêkan bi riya wê û zanistê çareser dikin. Em xwe ji qaliban dûr dixin."
 
'Bi riya projeya netewa demokratîk jinan hevdu hembêz kirin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Yesmînê bal kişand ser berdewamkirina xebatên Jineolojiyê ya li ser bingeha ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman:"Her çiqas xebata me bi pêş bikeve jî lê herî zêde ger em fikir û ramanên Rêbertî tê de nedin pêş û bi pêş nexin êdî ev zanist wê bi pêş nekeve. Her ku em xebata xwe di hemî milan de bidin pêş ewqas em ê bikaribin azadiya Rêberê xwe ya fîzîkî mîsoger bikin. Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan, netewa demokratîk hemî jinan hevdu hembêz kirin. Ji ber ku tevahî cîhan hewl dide ku fikra netewa demokratîk ji holê rabike. Em jî li hemberî wê zêdetir têkoşîna xwe didin pêş."