Kesên di 10’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn

  • 14:13 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 104 kesên di 10 Cotmehê de li Qada Gar a Enqereyê jiyana xwe ji dest dane li gelek bajaran çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. 
 
DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” a hêzên ked û demokrasiyê hedef girtibû. Bi ser êrişa bombeyî re 8 sal derbas bûn. Di komkujiyê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di 8’emîn salvegera komkujiyê de, li cihê teqîn çêbûye û li gelek bajaran çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. 
 
Îzmîr 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li pêşiya Bîrdariya 10’ê Cotmehê a li hemberî Gara Alsancakê, çalakiya bîranînê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Me 10’ê Cotmehê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hate vekirin û dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Dê kedkar ji kujeran hesabê bipirsin”, “Kujer DAIŞ, hevkar AKP”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li dora bîrdariyê hatin daliqandin. Di saet 10.04’an de ku qetlîam hatibû kirin, piştî rêzgirtinê navên kesên jiyana xwe ji dest dabûn yek bi yek hatin xwendin. 
 
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’a Îzmîrê Mûstafa Guven ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê axivî û ev tişt anî ziman: “Qûrnefîlên me di dile her kesê ji bo welateke wekhev, laîk, girêdayî mafên mirovan, têdikoşe de ye. Em ê destûr nedin bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane werin jibîrkirin, em rê nadin ku çalakiyên me yên bîranînê werin astengkirin. Têkoşîna me dê heya kesên di qetlîamê de cih girtine werin darizandin, bidome.” 
 
Piştî bernameyê Ayşe Denîz û Berna Koç li Karşiyakayê, Mûstafa Bûdak li Kaynaklar û Puro Yildirim jî li Ayrancilarê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin ziyaretkirin. 
 
 
Meletî 
 
Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrsiyê ya Meletiyê li Parka Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ya taxa Yeşîlyurtê bernameya bîranînê hate lidarxistin. HDP, Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên navend û navçeyan ên CHP’ê û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Bîranîn piştî meşa li pêşiya Ocaxa Tenduristiyê ya Ozalper heya Bîrdariya Kevokên Aştiyê ya li Parka Aştiyê ya 10’ê Cotmehê domiya, dest pê kir. 
 
Di meşê de pankarta wêneyên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû lêkirin û li ser “Şehîdên Aştiyê yên 10’ê Cotmehê” hate vekirin û dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Şehîdên aştiyê rûmeta me ne” hatin bezkirin. Çalakvan li pêşiya bîrdariyê, di saet 10.04’an ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêzgirtinê girtin. 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Guhezbariya Yekgirtî (BTS) a Meletiyê Hasan Akdemîr di bîranînê de axivî û anî ziman ku ew ji ber hêviya Aştiyê çûbûn Enqereyê. Ser navê malbatan bavê Canberk Bakiş ê di qetlîmê de jiyana xwe ji dest dabû, axivî û anî ziman ku ew 8 sal e li pey edaletê ne. Di bîranînê de ji bo kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane kevokên spî yên aştiyê hatin berdan. Bîranîn bi danîna momik û qûrnefîlên li pêşiya Bîrdariya Kevokên Aştiyê, bi dawî bû. 
 
Amed  
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Abdullah Erol ê di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî bibîr anî. Hevserokê Şaxa 2’yemîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Hasan Çitrak axivî û ev anî ziman: “Hevalên me yên ji bo cîhaneke xweşiktir, ji bo jiyaneke aştîyane û birûmet ketin rê, rastî qetlîamê hatin. Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin. Em ê ji bo jiyaneke aştîyane û xweşiktir, ji bo em ji zarokên xwe re pêşerojeke baş em ava bikin, bedel çi bibe bila bibe em ê li qadan bin. Piştî axaftinan kesên hatibûn bîranîn qurnefîl danîn ser gora Erol. 
 
Endamên Platformên piştî bîranînê çûn ser gora Feyat Denîz ê di heman qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû. Gora Denîz jî di Goristana Şehîdgehê de hatibû veşartin. 
 
Stenbol 
 
Li gelek navçeyên Stenbolê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Ji bilî endam û rêveberên HDK’ê, Partiya Çep a Kesk, HDP’ê, DBP’ê, EMEP’ê, ESP’ê û CHP’ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî bernameyên bîranînan bûn. Bîranîna li Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangaziyê hate kirin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji bilî wêneyên kesên hatin qetilkirin pankarta “Em 10’ê Cotmehê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin” hate vekirin. Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîdên şoreşê nemir in” , “Qujer dê hesabê bidin gel” û “Şehîd namirin” hatin berzikirin. 
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaet Îş) Yûnûs Ozgur, anî ziman ku komkujî bi destê dewletê hatiye kirin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Beser Çelîk jî bal kişand ku faîl diyar in û destnîşan kir ku têkoşîna aştî û demokrasiyê dê bidome. 
 
Nûnera Alinteriyê Muruvvet Kuçuk jî wiha got: “Ew ji bo pira xwişk û biratiyê ya qelsbûyî nehilweşe li wê derê bûn. Mîrateya ku wan ji me re hiştiyê em ê pêşvetir bibin û bidin jiyîn.”
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Çêkirina Keştî û Veguhestina Behrê, Depokirin û Antrepovaniyê (Lîmter-Îş) Kanber Saygili, destnîşan kir ku dê dest ji avakirina “pira xwişk û biratiyê” ya di nava gelan de bernedin. 
 
Li navçeyên Umraniye, Kuçukçekmece, Esenler, Sûltangazî, Eyup, Şîşlî, Bayrampaşa û Yedîkûleyê li ser gorên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bernameyên bîranînê hatin çêkirin. 
 
Edene  
 
Li ber Gara Edeneyê saet di 10.04’an de bernameya bîranînê hate lidarxistin. Hêzên Demokrasiyê, partiyên siyasî û malbatên 10’ê Cotmehê yên li bajêr tev li bîranînê bûn. Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê Eser Demîrçîn a di bîranînê de axivî, wiha got: “Heta ku kesên di vê komkujiyê de rê li ber kujeran vekirine û berpirsyarên esas ên komkujiyê dernexînin pêşberî darazê û neyên cezakirin dê têkoşîna me berdewam bike. 
 
Sadettîn Sert ê di komkujiyê de birayê xwe Fevzî Sert winda kir jî wiha got: “8 sal derbas bûn lê hêj dilê me dişewite. Em di îsyanê de ne. Di 8 salan de em bi hev re giriyan, ketin û kesên ketî rakirin. Em wiha hatin heta van rojan.”
 
Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a ser goran bi dawî bû.  
 
Wan 
 
Şaxa ÎHD’a Wanê jî li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî da. Rêveberê komeleyê Mehmet Salîh Coşkûn wiha got: “Pergala darazê kesên ev komkujiya mezin pêk anîn, sûcdarên mirovahiyê parastin. Mixabin heta îro darizandineke bi bandor pêk nehat. Pêvajoya darazê bi awayekî zelal û bi bandor bimeşînin û edaletê bi cih bînin. Êşa kesên xizmên xwe windakirine kêm bikin.”
 
Hatay 
 
Şaxa ÎHD'a Îskenderûnê li Parka Jiyana Bitendurist daxuyanî da. Gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Coşkûn Selçûk xwest ku faîl derkevin holê.