Nûnerên rêxistinan: Nûnertiya dijminên jinan zêde bû

  • 09:05 22 Gulan 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku di dema nû de bi destê AKP-MHP’ê nûneriya dijminê jinê li meclîsê zêde bûye û got wê li dijî polîtîkayên dijminê jinê li kolanan têbikoşin û banga çûyîna ser sindoqan kirin.
 
Di encama hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên 14’ê gulanê de hatin kirin de hilbijartina serokomariyê ma ji tura duyemîn re. Tura duyemîn  dê roja yekşemê di 28’ê gulanê de wê pêk bê. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên dawî yên hilbijartinê hîna aşkera nekiriye û li gorî encamên ne teqez ji 600 parlamenterên hatine hilbijartin tenê 121 heb jin in.
 
Di Partiya Çep a Kesk de jin
 
Partiya Çep a Kesk ku bi rêjeya ji sedî 49 a nûneriya jinê li gorî partiyên din ya herî bilind e, ji 62 parlamenterên hatin hilbijartin 30 heb jin bûn.  Partiya Yenîden Refat û Huda Par yên dijminahiya jinê dikin û destkeftiyên jinan hedef digirin jî bi Tifaqa Cumhur ketin meclîsê.
 
Nûnerên rêxistinên jinan encamên hilbijartinê nirxandin.
 
Hurriyet Karadenîz: Divê em rewşa heyî biguherin
 
Endama Platforma Jinan a Datça Hurrtiyet Karadenîz da zanîn ku piştî hilbijartinê tabloya derketiye holê ji bo jinan bi xof e û got jin di van hilbijartinan de ali ne . Hurriyetê da zanîn ku yên gotin ‘em ê xwedî li jinên bêkes derkevin’ ketine meclîsê û wiha domand: “Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna  hebûn û tunebûnê ye.  Hemû jin ji vê bi fikar û hêrs in. Divê em bi hemû hêza xwe tevli hilbijartinên 28’ê Gulanê bibin. Divê em vê rewşê biguherin. Em jin em ê cuda bixebitin. Encamên hilbijartinê wê bandor li jiyana me hemûyan bike. Divê em bi hev re xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘Jin di vê hilbijartinê de alî ne’
 
Hurriyetê her wiha destnîşan kir ku nûneriya jinan di parlamentoyê de di alî hemû partiyan de kêm e û parlamenterên dijminê jinê jî ketine meclîsê û wiha bi lêv kir: “Arîtmetîkek ku zewaca temenê zarokatiyê de diparêze, li dijî Peymana Stenbolê ye li meclîsê ava bû. Li ser jinan bazarê dikin. Ji ber vê em jin bi bertek in. Em jin bi alî ne û têkoşîna xwe em ê bidomînin.”
 
‘Gulsum Nazlioglu: Jinan pêşî li qezenckirina Erdogan girt
 
Rêvebera Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya Jinan a Muglayê Gulsum Nazlioglu jî balkişand ser encamên hilbijartinê û wiha dirêjî daye: “Tayyîp Erdogan bi ser neket. Ev bi saya jinan pek hat. Bi saya Kurdan şûnde ket. Wê Kiliçdaroglu bi saya Kurdan biserkeve. Tu kes nikare vê înkar bike. Di alî têkoşîna jinan de parlamenterên jin yên Partiya Çep a Kesk xwedî rolek girîng in. Hêviya min heye. Ger Erdogan bibe desthilatdar ev tê wateya ku em 50 sal şûnde diçin. Wê destkefiyên me tune bibin. Divê em vê pêvajoyê de kolanan terk nekin. Divê em tura duyemîn de  biserkevin.”
 
 
Denîz Uslu: Wê denge jinan bibe meclîsê
 
Endama Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî wiha anî ziman: “Nîvê Tirkiyeyê ligel guherînê dengê xwe bi kar anî. Di tifaqa Cumhur de zîhniyeteke dijminê jinê, Peymana Stenbolê ket meclîsê.  Ji Partiya Yenîden Refah û Huda Par parlamenter ketin meclîsê. Ev jî tê wateya ku zîhniyeta paşverû ji nû ve zindî bûye. Li aliyê din parlamenterên femînîst sosyalîst yên ketin meclîsê ji bo me serkeftine. Wê denge jinan li meclîsê bidin bihistin. Di hilbijartinên 28’ê Gulanê de divê em baldar bin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
 
Berfîn Buyukertaş: AKP-MHP pergalek dijminê jinê diafirînin
 
Ji Pîrebokên Kambusê Berfîn Buyukertaş jî anî ziman ku deshtilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze pergaleke civakê ya dijminê jinê biafirîne û wiha dawî lê anî: “AKP-MHP ne tenê dijminê jinê ye, dijminê hemû aliyane. Ji bo civakek li gorî xwe biafirîne serî li her cureyê tundiyê dide.  Siyaset di bin tekela mêr de ye û em her tim vê teşhir dikin. Di vê mijarê de jinên ciwan ji nedîtîve tên.Ji 600 parlamenterî tenê 120 jin in.  Em ê di 28’ê Adarê de biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Em ê demokrasiyê ava bikin.”