‘Pergaleke hiqûqê ya jinan biparêze tune ye’

  • 09:05 21 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Elfazi Toral
 
WAN - Zozan Ozgokçe bertek nîşanê hejmara kêm a parlamenterên jin da û wiha got: “Em nêrîna mêrên ketine meclîsê ya li hember jinan dizanin. Li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê ya jinan diparêze tune ye.”
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê ya serokomarî û parlamenteroyê ya dema 28’emîn de AKP’ê 266 parlamenter derxist û 50 heb jin bûn, CHP’ê 169 heb derxist û 30 heb jin bûn, Partiya Çep a Kesk 62 parlamenter derxist û 30 jin bûn, Îyî Partî 44 parlamenter derxist jê 6 heb jin bûn, MHP’ê 50  parlamenter derxist jê 3 heb jin bûn û  TÎP’ê jî 4 parlamenter derxis jê yek jin bû. Partiya Çep a Kesk ku nûneriya wekhev esas girt li meclîsê nûneriya wekhev pêk anî.
 
Aktîvîsta Femînîst Zozan Ozgokçe der barê hilbijartinan de, polîtîkayên dijminê jinê de axivî.
 
Pergalek hiqûqê ya jinan biparêze tune ye!
 
Zozan Ozgokçe destnîşan kir ku ji encamên ji hilbijartinên 14’ê Gulanê derketiye kêfxweş nîne û wiha dirêjî dayê: “Ka gotin pergala parlamenteriyê  hatiye xurtkirin. Lê di vir de ji her alî nûneriya jinê ne mijara gotinê ye. Pir kêm jin ketin meclîsê. Tiştekî wisa jî heye. Em nêrîna mêrên ketine meclîsê dizanin. Nêrîna Huda Par û Partiya Refaha Nû ya li hember jinan di wesayîtên hilbijartinê de jî xwe da der.  Hebûna mirovên wisa li meclîsê xetereyek mezin e. Ji ber Peymana Stenbolê hat feshrkirin. Qanûna hejmara 6284'an pêk nayê. Ji ber mekanîzma pêk nayên. Kuştinên jinan zêde dibin. Nayên dîtin. Jin tên qetilkirin, ji avahiyan tên avêtin, cînayetên wek întîxar nîşan didin hene. Li vî welatî pergaleke hiqûqê ya jinan biparêze tune ye.”
 
‘Di vekişîna Peymana Stnebolê de para jinên AKP’ê pir mezin e’
 
Zozanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku wan pratîka jinên ji aliyê desthilatdariyê ve hatine hilbijartin dîtine û wiha vegot: “Jinên dikevin meclîsê divê li gorî jinên civakê tev bigerin. Jinên bi pratîka AKP’ê dikevin meclîsê  ji bo me pir jî ne girîng e. Em dibînin ku ji bo jinan gavek cidî navêjin. Mijara jinê, tundî û qetilkirina jinê li çînê li partiyê nanêre. Ji ber jinên payebilind jî tundiyê dibînin. Li her derê newekhevî mijara gotinê ye. Divê em jin di vê nokteyê de ligel hev bin. Di feshkirina Peymana Stenbolê de para jinên AKP’yî pir mezin e. Ya herî hêsan deng dan AKP’ê. Piştgirî danê û yek mêr  afirandin. Ji ber vê jî bila nebêjin li meclîsê jinan temsîl dikin.”
 
‘Ya rengê jinê bir meclîsê Partiya Çep a Kesk e’
 
Zozanê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanê piraniya mêr a li meclîsê da û got ev piraniya mêr a li meclîsê wê rewşa bi xeter hîn bêtir giran bike û wiha dawî lê anî: “Derxistina qanûnên der barê zewaca di temenê biçûk de hene. Divê jin di hişmendiya vê de bin. Divê em têbikoşin. Bêguman em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Ya ku rengê jinê bir meclîsê Partiya Çep a Kesk e. Ev ji bo me hêvî ye. Meclîs ji gel pir dûr e.  Ez dixwazim jin di vê 28’ê Gulanê de rejîma yek mêrî bişîne. Hewcedarî bi guhertina meclîsê heye.”