‘Kes nikare dilê min kelepçe bike’

  • 09:03 21 Gulan 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ku piştî kurê wê Murat Yildiz hat windakirin şûnde di 1995’an de têkoşîna xwe bir Qada Galatasarayê, 28 sal in têdikoşe. Hanîfeyê diyar kir ku bêdadiyê ew aniye vê qadê û got: “Ez têm binçavkirin, destê min kelepçe dikin. Lê kes nikare dilê min kelepçe bike. Min soz daye kurê xwe ez ê heta dawî têbikoşim.”
 
Dayikên Şemiyê û ji Dayikên Plaza de Mayo yên Arjantinê ku zarokên wan ji aliyê cuntaya leşkerî ve hatibûn windakirin û di 1977’an de çalakî dabûn destpêkirin, mînak girtin û wan jî çalakiya xwe ya yekemîn di 27’ê Gulana 1995’an de roja şemiyê saet di 12.00’an de dan destpêkirin. Çalakî bidîtina Hasan Ocak yê di 21’ê Adara 1995’an de hat windakirin û 30 salî bû, 58 roj şûnde bedena wî li goristana bêkesan hat dîtin, hat destpêkirin.
 
Berxwedana dayikan
 
 
Bavê Hasan Ocak, bang li xizmên windayan kir ku li Qada Galatasarayê bên gel hev. Demek kurt de bi sedena malbat çûn qadê. Piştî vê ji van mirovan re gotin ‘Dayikên Şemiyê’. Tevî hemû zext, êriş, qedxeyan Dayikên Şemiyê dest ji qadê bernedan û têkoşîna xwe domandin.
 
Herî dawî di 23’yê Sibata 1995’an de kurê xwe dît
 
Yek ji dayikên çû Qada Galatasarayê dayika Murat Yildiz yê hat windakirin, Hanîfe Yildiz bû. Murat Yildiz 19 salî bû û bi dayika xwe re li Îzmîrê dijiya. Di 23’yê Sibata 1995’an de li kafeyekê nîqaş dertê. Polîs li Hanîfeyê digerin. Dibin qerekolê. Dibêjin Murat teslîm bibe wê îfada wî bigirin û berdin. Hanîfe kurê xwe Murat bi parêzer û birayê xwe re dibe Qerekola Asayîşa Bonorva Ozkanlar û teslîmê komiser Ramazan Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî dike. Kurê wê nayê berdan, Hanîfe sê roj şûnde diçe qerekolê û jê re dibêjin ‘Dema me ji bo lêpirsînê dibin Stenbolê Murat ji ferîbotê de xwe avêt û tevî hemû lêgerînan nehat dîtin.”
 
Têkoşîna xwe dibin qada Galatasarayê
 
 
Hanîfe ji wê rojê şûnde ji kurê xwe agahiyê nagire, tevî hemû serlêdanan encamekê nagire. Hanîfe têkoşîna xwe li Qada Galatasarayê didomîne. Rondik û êşa Hanîfeyê îro hîna jî didome. Hanîfe nav demê de bi xizmên windayan re hewl dide birîna xwe bikewîne û dest ji têkoşîna xwe bernade.
 
Bêdadiyê ez avêtim vir
 
Tevî pirsgirêkên tenduristiyê û temenê pêşketî 5 salan şûnde dîsa derket Qada Galatasarayê. Ligel ku Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) du caran biryara binpêkirinê dan jî polîsan qad li wan qedexe kir û tundî li dayikan kirin. Hanîfeyê wiha got: “Li dijî tundiyê min tu car şûnde gav navêt. Bêdadiyê ez anîm vir.  Em bûn çîrok, roman û lorîn. Cîhanê em bihistin lê hikûmetê em nebihistin. Ev şerma wan e. Ev pirsgirêk çareser nebe aştî û demokrasî jî nayê.”
 
Yekane daxwaza wê gora kurê wê ye…
 
 
Hanîfeyê daxuyakirin ku di hefteya 28’emîn sala Hefteya Windayan de wek her tim gotine ew dest ji windayên xwe bernadin û wiha vegot: “Mafê gor û jiyana windayan ji dest girtin. Wek dayikekê gora kurê xwe dixwazim. Dixwazim gumanbar bên darizandin. Ev 28 sale ez bi êş dijîm. Ez vê baş dizanin, ne polîs, bêdadî me didin windakirin. Bila her kes destê xwe bide ser wijdana xwe. Tişteke ku divê bi dayikekê neyê neyê kirin, we kiriye.”
 
‘Kes nikare dilê min kelepçe bike’
 
 
Hanîfeyê bi lêv kir ku piştî kurê wê çû îfadeyê şûnde hatiye windakirin û wiha daxuyand: “Mirovek teslîm dibe û piştre tê windakirin. Bila bi van tiştan re bên rû hev. Ez naxwazim bi vê êşê bimrim. Kurê min 19 salî ma. Ez bi êşa wî hatim 71 salî. Dayikek mafdar çawa dibe ku bê maf dibe. Ez têm binçavkirin. Destên min tên kelepçekirin. Lê nikarin kelepçê li dilê min bixin. Ez ê heta dawiya jiyana xwe li edeletê bigerim.”
 
Ji bo erdhejzede û windayên wan jî edeletê dixwaze
 
Hanîfeyê balkişand ser erdhêjên 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat û bandor li 11 bajaran kiriye û got: “Ji ber bê tedbiriya desthilatdariyê bi hezaran kes mirin. Gelek kes winda bûn. Gelo çawa  dibe ku ev winda hatin jibîrkirin û hema di hilbijartinan de deng derketin. Vê ez gelek xemgîn kirim. Ez êşa windayên erdhêjê jî dijîm. Ez ji bo wan jî edeletê dixwazim. Ez hîna êşa xwe ji kûrahî dijîm. Bila her kes ligel me be. Kesên xwedî wijdan hene. Ez dayikek mafdarim.  Lê dewlet deriyên xwe li min digire. Soza min ji bo kurê min heye. Ez ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidim. Ez ê tu car dest ji têkoşîna xwe bernedim.”