Li dijî zilm û zordariyê berxwedana Mexmûrê

  • 12:26 20 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên wargeha penaberan ya Mexmûrê ku ji ber zilm û zordariya koçberbûn, ji roja koçberbûn heya niha dijî hemû cûreyên êrişan di nava berxwedanê de ne. Îro jî xelkê Mexmûrê li hemberî dorpêça wargehê li ber xwe dide. 
 
Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li qontara çiyayê Qereçox a di nava sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Musilê de ye. Pêla mezin a koçberiyê sala 1994’ê pêk hat. Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar mane derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, dijîn. Li ser Wargeha Mexmûr li gel êrişên dewleta Tirk 4 sal in rêgiriyek ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin.
 
Pêla mezin a koçberiyê sala 1994’ê despêkir hat û beşek ji welatiyan li bejahiya navçeya Zaxo ya girêdayî Duhokê bi cih bûn, beşek jî, li Şeraniş û Bihêrê yên girêdayî herêma Heftanînê bi cih bûn. Li vê herêmê welatî nêzî 2 mehan man.
 
Penaber li Etrûşê hatin bicihkirin
 
Ev bû gava yekem a penaberiyê. Pey wê re sala 1995’an penaber li herêma Etrûş hatin bicihkirin. Li heman salê beşek welatî li Geliyê Qiyametê jî hatin bicihkirin. Di sala 1995’an de PDK’ê ambargo danî li ser wargehan û nehişt ku tiştên jiyanî derbasî wargehan bibin. Her wiha hatin û çûyîn qedexe kir. Di heman salê de hêzên girêdayî PDK’ê bi destek û daxwaza dewleta Tirk êrişî her du wargehan kirin.
 
Hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê
 
Sala 1997’an ji ber planên Tirk ên li dijî Tevgera Azadiya Kurd û dîsa hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk penaber li herêma Nînova bi cih bûn. Li ser dijwarbûna êrişan heman salê gel derbasî wargeha Nehdaran bû. Piştî du mehên dijwar ên jiyan û êrişên dewleta Tirk û PDK’ê gel ji vir jî koç kirin.
Bi vê re rêwîtiya gelê Botanê ya ji êş, jan, serhildan û berxwedanê tije sala 1998’an gihişte Mexmûrê. Xelkê Mexmûrê li çolek weke Mexmûrê hate bicihkirin.
 
Jiyaneke zor û zehmet
 
Şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êrîş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bicih bûne. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrîşan re jî rû bi rû man. Di van êrîşan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etruş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.
 
Fermîbûna wargehê 
 
Koçberên Bakur di encama van rêwitiyên zor û zehmet de di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmûrê bicîh bûn. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrin nebû û tenê ji ber dupişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.
 
Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, gelê koçber li vir jiyanek nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, belediye, perwerde, tenduristî, parastin û hwd. hatin avakirin. Di heman salê de (1998) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin.
 
DAIŞ êrişê Mexmûrê kir
 
Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Suriye û Iraqê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, beramberî êrişek muthemel tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de Şêniyên wargehê ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin. Di 7’ê Tebaxê de jî çeteyan êrişî wargehê kirin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrişa li ser Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedanek mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Di wê demê de pêşmerge jî tevlî vê berxwedanê bûn. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû. Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû Mexmûrê û spasiya gerîlaya û xelkê wargehê yên ku DAIŞ’ê şikandin, kiribû. Lê rêveberiya Barzanî vê yekê nedît û piştî sala 2014’an dest bi planên nû li ser wargehê kir.
 
Li hemberî wargehê amborgo
 
Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.
 
Xwestin vîna xelkê wargehê bişkînin
 
Piştî dewleta Tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê girt, kete nava hewldanên wargeh valekirinê. Bi gelek rêyên cûr be cûr xwestin wargehê vale bikin û îradeya xelkê wargehê bişkînin. Lê xelkê Mexmûrê bi berxwedanek xurt li ber xwe da û heya roja îro dijî plan û komployên PDK’ê û dewleta Tirk li ber xwe dide.
 
Di 27’ê Kanuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike.
 
Îro dîsa li ber xwe didin
 
Ji roja xelkê Mexmûrê penaberbûyî heya niha bi hemû cûreyan êriş li ser tê kirin. Çi bi êrişên hewayî bin, çi jî bi şêweyên cûda yên ambargoyê bin, dewleta Tirk û PDK dixwaze wargehê vale bike.
 
Îro jî danê siharê leşkerên Iraqê danê siharê hewl dan bikevin wargehê û derdora wargehê bi têlan bigrin. Hewldana artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçê hîn jî dewam dike. Xelkê Mexmûrê herikîne seytereyê û dijî dorpêçê kon vedane û li ber xwe didin.
 
Mexmûr hat bomberankirin
 
Êrişên ku heta niha pêk hatine:
 
* 6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Mexmûr bombebaran kirin û di êrişê de 5 welatiyên Wargehê, Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar hatin qetilkirin.
 
* 13’yê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî hatin qetilkirin. 
 
* 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa Tirk, wargeh bombebaran kirin, 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.
 
* 15’ê Nîsana 2020’’an dronên bi çek ên dewleta Tirk wargeha bombebaran kir, di vê êrişê de 3 jinên ciwan hatin qetilkirin.
 
* 15’ê Hezîra 2020’an balafirên şer ên dewleta Tirk derdora wargehê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin.
 
* 5’ê Gulana 2021’an dewleta Tirk bi dronan êriş kir.
 
* Balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirk di 5’ê Hezîranê saet 12.15’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malekê da. Di encama êrişê de birîndar û kesên jê bandor bûne hene.
 
* 3’yê Îlonê dewleta Tirk bi dronan navenda wargeha Mexmûrê bombebaran kir, dayikek û zarokek birîndar bûn.
 
* 1’ê Sibata 2022’yan carek din balafirên şer yên dewleta Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di bombebaranê de Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê hatin hedef girtin. Di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî hatin qetilkirin, bi dehan şêniyên ku bi hewara xizmên xwe diçûn jî birîndar bûn.
 
* Di 21’ê Gulana 2022’yan de di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk de welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî hat qetilkirin.
 
* Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan hat qetilkirin.