Li Amedê aqûbeta 3 kesên ku hatin windakirin hat pirsîn

  • 12:06 20 Gulan 2023
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya hefteya 745’emîn de li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên ku li navçeya Pasûrê hatin windakirin, pirsîn.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 745’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan û yên hatine qetilkirin, hat vekirin. Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen ê Necla Kurul û Odeya BijîŞkan a Şaxa Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Vê hefteyê li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên ku di 18’ê Gulana 1994’an de li çoltera Çarlarbaşi ya gundê Turalli ya navçeya Pasûr a Amedê hatin binçavkirin û carek din agahî jê nehatin girtin, pirsîn.
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Destpêkê de Necla Kurul axivî û got, "Divê pêşî peyamên me ji bo pêşeroj û îro be." Necla,  anî ziman ku ew êdî naxwazin ku ku windayek wan êdî çêbibe û bila ev yek bi dawî bibe û wiha axivî: “Dema em vegerin demên paş binêrin Dayikên Şemiyê xwestin ku derbarê zarokên xwe de agahî bigirin û aqûbeta wan dipirsîn û dipirsin. Ji ber polîtîqayên bêcezabûnê yên dewletê ew neheqî hîn di bîra me de zindî ye. Lê em dev ji qadê bernadin û li vê derê ne. Ev dewlet çima dewletê ew qas dûr dibine? Çima kesên ku ji bo ziman û çanda xwe têdikoşin hedef digire. Lê em her gav li cem Dayikên Şemiyê ne. Ne du aliya civak û dewletê de, divê li ser bingeha demokrasiye em xebatan bimeşînin. Ji bo ku di pêşerojê de ev yek neyên jiyîn em ê xebatên xwe jî têkoşîna xwe jî bidomînin.”
 
Piştre Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê  Yakup Guven, çîroka Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên hatin windakirin, xwend.
 
Yakup, anî ziman ku di 18'ê Gulana 1994'an de li çoltera Çaylarbaşi ya gundê Turalliyê bi leşker, cerdevan, tank û panzeran serdegirtin pêk hatiye û got di serdegirtina ku danê sibehê saet derdora 08:30’an de pêk hatiye, piştî ku hemû welatiyên gund li qada dibistanê kom kirine û bêyî ku sewalên di xanî û axûran de derbixin şewitandine.
 
29 sal in winda ne
 
Yakup, piştre wiha berdewam kir: “Piştre jî Seyîthan Yolur, Servet Îpek, Îkram Îpek, Abdûlkerîm Yolur, Saît Yolur û Mehmet Nûrî Yolur jî di nav de 6 kes li heman wesayîtê siwar kirin û birin navçeya Licê. Abdulkerîm, Saît û Mehmet Nûrî Yolur ên hatin binçavkirin, anîn ziman ku wan birine cendirmeyê şeva xwe di binçavan de derbas kirine û serê sibê serbest hatine berdan. Dema 3 kesên din ji leşkeran pirsîn, gotin ku danê êvarê ew birine yekîneya leşkerî ya li dibistana şevînî ya herêmê.
 
Piştî ku me ev agahî girtin bi kesên ku hatin berdan re hevdîtin kir û piştre roja din ji bo aqûbeta Seyîthan, Servet û Îkram hîn bibin çûn serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Licê dan. Lê bi devkî ji me re gotin ku me operasyoneke wiha pêk neaniye û me tu kes binçav nekiriye.
 
Li gorî agahiyên ku ketine destê me, me tesbît kir ku wê demê li herêmê leşkerên Tûgaya Bolu operasyon kirine. Me ji hemû serlêdanên xwe tu encam bi dest nexist. Di serî de Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî me gelek hewl dan kir, lê tu encam bi dest nexist. Ji wê rojê şûnde me ji Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur tu agahû negirt.”
 
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.