‘Em dikarin encama hilbijartinê bi hev re tacîdar bikin’

  • 09:06 20 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
WAN - Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît da zanîn ku ji bo aştî, azadî û wekhevî bê ser vê axê divê Kurd di hilbijartinên 28’ê Gulanê de bi şev û roj bixebitin û got: “Tu tişt neqedyaye. Em nû dest pê dikin. Bi sedsalan e em têdikoşînê dimeşînin. Em dikarin encama vê tacîdar bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Kurdistanê hilbijêran bi tifaqa Cumhur dan windakirin. AKP-MHP li yek bajarekî Kurdan nebû yekemîn. Deshtilatdariya AKP-MHP’ê bi nelêrêtiyan dengên Partiya Çep a Kesk ji bo xwe nivîsî.
 
Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyigît der barê encamên hilbijartinan û tûra duyemîn a serokomariyê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Divê her hevalek berpirsiyariya xwe bîne cih’
 
Gulcanê diyar kir ku hilbijartina 14’ê Gulanê hilbijartinek dîrokî bû û di vê çarçoveyê de li Wanê  li hemû tax û kolanan mal bi mal geriyane û got: “Her hevalekî berpirsyariya xwe zêdetir anî cih. Yanî encam heta cihekî serkeftî bûn. Em niha kêmasiyan dibînin û rexnedayîna xwe didin.”
 
Li Wanê parlamenterek hat zêdekirin
 
Gulcanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di demek kurt de Partiya Çep a Kesk dane nasîn û wiha got: “Ji ber rîska girtina HDP’ê em bi Partiya Çep a Kesk ketin hilbijartinan. Me di demek kurt de partiya xwe da nasîn. Kêmasî hebûn. Qelsî hebûn. Serkeftina hatiye bidestxistin ne hindik e. Li gorî demên berê Wanê parlamenterek zêde kir. Li Wanê gelek kes neçûne ser sindoqan. Di pusulayan de mohr hem li Partiya Çep a Kesk hem jî li CHP’ê hatiye xistin. Her wiha di gelek girtekan de me dîtin ku dengên me ji MHP’ê re hatine nivîsin. Ez roja hilbijartinê li Artemîtê li ser peywirê bûm. Di 7 girtekan de dengên me ji MHP’ê re hatibû nivîsin. Me îtîrazê vê kir.”
 
‘Bi saya Kurdanê ji tûra duyemîn re ma’
 
Gulcanê balkişand ser nelêrêtiyan û di berdewamiyê de wiha vegot: “Roja hilbijartinê rewşek a anormal hebû. Me dizanî ku wê hinek tiştan derxe holê. Senaryoya hatibû amadekirin derket pêşberî me. Lê em vê bêjin, hilbijêrên Kurd peywira we anî ziman. Bi saya Kurdan ji tûra duyemîn re ma. Em Kurd dixwazin jiyaneke azad wekhev bê ser vê axê. Ji bo vê jî em têdikoşin. Em ê ji bo hilbijartinên 28’ê Gulanê yên serokomariyê jî xebatên xwe bi şev û roj bimeşînin. Ez bang li partiyên muxalefetê dikim. Divê xebat hîn organîzekirî bê meşandin. Em ê Partiya Çep a Kesk peywira xwe zêdetir bînin cih. Bila kes bê hêvî nebe. Em ê bi ser kevin. Wê gel bi ser kevin. Em bawer dikin. Em dikarin encamê tacîdar bikin.”