Xwendekarên Taxa Şêxmeqsûdê: Ziman hebûna mirov e

  • 14:57 15 Gulan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Mamoste û xwendekarên Taxa Şêxmeqsûdê derbarê pîrozkirina 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de wiha anîn ziman: “Pêwîst e gelê kurd bi zimanê xwe bixwînin, ziman hebûna mirov e.”
 
Îro 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Roja derketina kovara bi zimanê kurdî Hawar e. Kovara Hawar 15'ê Gulanê sala 1932'yan derket. Ew roj ji bo zimanê kurdî bû rojek taybet û îro li seranserê Kurdistanê ev roja hanê wek roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Hawar di dîroka kurdan de kovara yekem e ku bi tîpên latînî bi kurdî hatiye weşandin û bi weşana Hawarê zimanê kurdî bêtir pêş ketiye. Mamoste û xwendekarên Taxa Şêxmeqsûdê derbarê pîrozkirina 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de wiha anîn ziman: “Pêwîst e gelê kurd bi zimanê xwe bixwînin, ziman hebûna mirov e.”
 
Mamosteya Zimanê Kurdî ya Dibistana Cûdî Emenos li taxa Eşrefîyê Safiya Muhemed ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman: “ Ez Cejna Zimanê kurdî li gelê kurd, pakrewanên doza azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikim, her hêviya min ew e ku ev ziman li hemû deverên cîhanê were pejirandin.”
 
Ji demê berê de zimanê me hatibû qedexekirin
 
Safiya di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di demên berê de zimanê me ya ku zimanê dayikê ye li me hatibû qedexekirin. Dema em biaxiviyan me ceza dixwar. Di roja me ya îro de bi têkoşîna me, em bi serfirazî bi zimanê xwe dixwînin û astên bilind bi dest dixin. Ev jî ji bo me cihê serfirazî û bextewariyê ye. Her wiha hêviya me ji gelê kurd ew e ku zarokê xwe fêrî zimanê dayikê bikin.”
 
Her wiha xwendekara bi navê Fatme Mihemed wiha anî ziman : “Ez weke ciwanek kurd gelek bi xwe kêfxweş im ku îro ez bi Zimanê Kurdî dixwînim û bi saya pakrewanên nemir û Rêber Apo ku ev fikir û felsefeya azad da belavkirin. Bi saya wan îro derfet ji me re çêbû ku em bi  zimanê xwe yê kurdî dixwînin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Fatme da zanîn ku her gelek û netewek bi zimanê xwe tê zanîn û got:" Zimanê me hebûna me ye û em hêvî dikin ku gelê kurd zarokê xwe fêrî zimanê kurdî bikin."