Çigdem Kiliçgun Uçar: Bila bibe wesîleya makezagoneke nû

  • 10:13 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
STENBOL - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar a dengê xwe bi kar anî da zanîn divê demokrasî bê avakirin û got bila encamên hilbijartinê bibe wesîleyê makezagoneke nû. 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, li Dibistana Seretayî ya Gazî ya li Taxa Gaziyê dengê xwe bi kar anî. Çigdemê dema hat dengê xwe bi kar bîne welatiyên li wir ew bi çepikan pêşwazî kirin. Çigdemê piştre li sindoqa hejmara wê 1359 dengê xwe bi kar anî. 
 
'Em soza komareke demokratîk didin'
 
Çigdema ku piştî bikaranîna deng daxuyanî da wiha got:"Ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê em li ser bêedaletî, xizanî, tundî, tiştên ne baş ên li hember civakê axivîn. Bi encamên vê hilbijartinê re me soza xwişk û biratiya gelan, aramî û jiyana bi hev re ya li welatekî demokratîk da. Em dixwazin serdemeke ku em vana biaxivin hebe. Me sedsalek li dû xwe hişt. Me pirsgirêkên mayinde yên vê sedsalê dewrî serdemeke dinê kir. Em hêvî dikin ev hilbijartina bibe wesîleya meclîseke van pirsgirêkan çareser bike. Em soza komareke demokratîk didin. "
 
Têkoşîna heqîqetê ya dayikan bi bîr xist
 
Çigdemê 14'ê Gulanê Roja Dayikan jî bi bîr xist û Roja Dayikan a Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û hemû dayikan pîroz kir. Çigdemê got:"Ez hêvî dikim ku têkoşîna aştiyê û heqîqetê ya Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê di sedsaleke nû de bibe wesîleya destkeftiyekê. Encamên hilbijartinê ji niha de ji bo her kesî bi xêr be."