Roja Dayikan bi xemgînî pêşwazî dikin

  • 09:03 14 Gulan 2023
  • Rojane
 
WAN - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku îsal Roja Dayikan ji ber polîtîkayên şer yên desthilatdariyê xemgîn pêşwazî dikin û gotin êdî naxwazin dayik bigirîn.
 
Îro Roja Dayikan e. Her sal di duyemîn yekşema meha Gulanê de tê pîrozkirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê vê rojê xemgîn pêşwazî dikin. Ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Saadet Oklu û Zarîfe Bor der barê Roja Dayikan de axivîn.
 
Saadet Oklu Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz kir û wiha vegot: “Berê zarokên me kulîlkek digirtin û dianîn. Digotin ‘îro roja dayikane’. Lê îro li şûna wan kulîlkan cenazeyên zarokên me tên.”
 
'24 saetan zarokên me bombebaran dikin’
 
Saadetê daxuyakirin ku ew êdî naxwazin cenazeyên zarokên wan bên û wiha dirêjî daye: “Bila kezeba tu dayikê neşewite, bila rondik neyên barandin. Em vî şerî naxwazin. 24 saetan zarokên me bombebaran dikin. Dibêjin hûn terorîst in. Em ne terorîst in. Em jî evdên Xwedê ne. Xweda em kurd afirandin. Em kurd in, em serbilind in. Mirov li dijî polîtîkayên desthilatdariyê bi bertek in. Zarokên me ne terorîst in. Hemû zarokên van dayikan e. Hemûyan xwendine. Ew ji zilmê reviyan. Ji kêfê neçûn. Tu rê ji wan renehiştin. Zarokên me li wir jî bombebaran dikin. Em nikarin hestiyên zarokên xwe jî bigirin. Em cenazeyên zarokên xwe digirin nahêlin em defin bikin. Li ser serê me dipên. Tiştek wisa heye. Erdogan Gelê Kurd li ser ol binpê dike. Em her tiştî dizanin. Ev ne oldarin, ev olperestin.”
 
‘Min kurê xwe di çewal de defin kir’
 
Saadetê, diyar kir ku nehiştin ew kurê xwe bişo û defin bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min zarokê xwe di çewal de defin kir. Ne tenê ez wek min bi mîlyonan dayik hene. Dayikên ku hestiyên zarokên xwe nedîtine hene. Em ji bo wan pir xemgînin. Em roja wan ya  Roja Dayikan pîroz dikin. Ji her her malbatekê carna çar carna 5 kes girtîne. Her yek li bajarekî cudane. Dayik nikarin zarokên xwe bibinin. Agahî jê nagirin. Ez bang li wezareta dadê dikim. Bila deriyên girtîgehan vebibin. Em dayik aştiyê dixwazin. Em di aştiyê de bi israr in. Em ji tu kesî natirsin. Kezeba me dişewite em naxwazin kezeba dayikên din bişewite. Bila dayik bên em destê xwe bidin hev û li dijî vê zilmê bin.”
 
Dayik naxwazin xwîn birêje
 
Dayika din Zarîfe Bor jî destnîşan kir ku Roja Dayikan hemû wateya xwe winda kiriye û wiha domand: “Roja Dayikan de zarok ji dayikên xwe re kulîlk û diyariyan digirin. Yên me jî ji çiyan ji girtîgehan cenaze tên ji me re. Dayik pir xemgînin. Bila aramî û aştî bê vî welatî. Em naxwazin êdî xwîn birêje. Bila rondikên dayikan êdî nebare. Dayik 40-50 sal in heman êşan dikşînin. Rewş her diçe xera dibe. Zarokên me diçin sûkê tên kuştin. Bi kuştin û girtinê tiştek nayê çareser kirin. Her tişt bi zimanekî xweş dikare bê çareserkirin. Em ê heta ku derê di bin vê zilmê de bisekinin.”
 
‘Mafên me jî hene’
 
Zarîfeyê, daxuyand ku ev 21 sal in heman kes vî welatî bi rêve dibe û got: "Ev 21 sale me rojek xweş nedît, her tim îşkence, girtin, zilm hebû. Em jî dixwazin rehet bijîn. Mafên me jî hene. Em jî jiyanek mirovane dixwazin. Li vî welatî mafên me jî hene. Em jî mafên xwe dixwazin. Em ziman, nasnameya xw edixwazin. Xweda ew çawa çêkirin em jî wisa çêkirine.”