Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo pêşerojê Partiya Çep a Kesk

  • 10:04 13 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, bang li hilbêjeran kir ku biçin û dengê xwe bikar bînin û got: "Li dijî bêedaletî, qeyrana aborî, qirkirin, qetlîam û kedxwariya 22 sal in didome biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin." 
 
Xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên ku partiyên siyasî bi mehan e amadekariya wê dikirin, bi dawî bûn. Di dema ku partiyên siyasî ji bo mîtîngên xwe yên dawîn bajarên ku lê bi îdia bûn tercîh kirin, Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) ku bi pêşengiya polîtîkaya Rêya 3'yemîn a gelan berpirsyariyeke mezin girt ser xwe, Amed, Wan û Stenbol jî weke hev diyar kir. Îro mîtîngên dawî tên lidarxistin. Tê payîn ku siyasetmedar di mîtîngên ku îro bi beşdariya sed hezaran kesî pêk tên de peyamên xwe yên dawî bidin.
 
Partiya Çep a Kesk a ku di pêvajoyeke dijwar re derbas bû, tenê li Stenbolê 130 buroyên giştî û 12 buroyên hilbijartinê yên jinan vekirin û ev hejmar li Kurdistan û Tirkiyeyê gihîşt bi hezaran. Li gel vê zêdetirî mehekê bû ku Partiya Çep a Kesk a ku rawestgeheke nû ya têkoşîna azadiyê ye, bi organîzekirina civînên bi beşên cuda yên ku veguherî mîtîngan, serdana komeleyan, xebatên standa hilbijartinê yên binefşî, ji raya giştî re bê naskirin. 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun bi rêya JINNEWS'ê xîtabî hilbijêran kir.
 
Çîgdem, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got: "Em ê dengên xwe bidin paşeroja xwe. Hilbijartina 14'ê Gulanê bû hilbijartina ku zêdetir xwedî li derketinê. Li her deverê, navçeyê û herêmê xwedî li derketineke mezin hebû. Tişta ku xwedî li derkediketin têkoşîn bû. Li Tirkiyeyê demek dirêje îktîdara AKP-MHP'ê polîtîkayên şîdetê zêde kirine û lidijî şîdetê jî qadên berxwedanê berfireh bûne. Têkoşîna azadiya kurd, jin, ciwan, ked û ekolojî her tim bûn hedef. Ev divê pêvajoyên dawiyê de bêtir zêde bûn. Lê niha tiştek bi zelalî li holeyê îktîdar berbi têkçûnê ye."
 
'Em kirdeya siyaseta demokratîk in'
 
Çîgdem, daxuyand ku civak kirdeya siyasetê ye û wiha bi lêv kir: "Çend civak kirdeya siyasetê ye jî demek dirêje li Tirkiyeyê siyasete wisa nayê meşandin. Ji dûrê civakê siyaset tê meşandin. Lê belê êdî ev siyaseta AKP’ê dema xwe tijê kiriye. Me di xebatên xwe yên hilbijartinê de dît ku vekirina buroyên me jî wekî mîtîngê derbas bûn. Civaka ku ji dûrê siyasetê hatî girtin êdî mudaxaleyê siyasetê dike û dibêje 'Ez kirdeya siyaseta demokratîk im.' Têkoşîna gel êdî diyar dike ku dem dema avakirina nû ye." 
 
Pêşengtiya jinê 
 
Çîgdem di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî jinan: "Dirûşma îktîdarê ya 'Dema rast, mêrê rast' zayendperestiyê nîşan dide. Îktîdara ku dixwaze civakeke bê jin ava bike, jin bi têkoşîna xwe ya hevpar helwesta xwe nîşan dide. Hebûna xwe li ser tunebûna jinê dizayn dike û li hemberî jinê polîtîkayên dijminatiyê pêş dixe. Lê belê divê bê zanîn ku li hemberî vê yekê têkoşîneke mezin a jinê heye. Partiya Çep a Kesk di hêla namezetiya jinê û têkoşîna jinê ya li qadan de her tim pêşengtiyê kir. Di vê hilbijartinê de ji sedî 51 hilbêjerên jin hene. Piştî hilbijartinê rol û mîsyona jinê ya avakirina siyaseteke demokratîk girîng e." 
 
'Hilbijartin çiqas bi ewle be dê ewqas zû qesr têk biçe'
 
Çîgdem, diyar kir ku Partiya Çep a Kesk demek dirêje ji bo parastina sindoqan xebatan dide meşandin û wiha axivî: "Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne. Em wek partî li gelek deveran ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên taybet dan meşandin. Me muşahîtên xwe temam kirin. Bi hezaran hevalên me yên parêzer dê ji vê ewlehiya hilbijartinê berpirsbin. Li her dibistanê berpirsiyarek heye. Me bang li ciwanan kir ku bila li navçeyan berpirsiyariya xwe ya muşahîtbûnê pêk bînin. Hilbijartin çiqas bi ewle be dê ewqas zûtir qesr têk biçe." 
 
'Dengê xwe bikarbînin...'
 
Çîgdem, bang li hilbêjeran kir ku biçin û dengê xwe bikar bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî bêedaletî, qeyrana aborî, qirkirin, qetlîam û kedxwariya 22 sal in didome biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Îktîdara ku hilbijartinê wek darbe dinirxîne nîşaneya têkçûnê ye."