Diyariya herî mezin ji bo dayikan çûyîna desthilatdariyê ye

  • 09:14 13 Gulan 2023
  • Rojane
 
STENBOL- Dayik der barê Roja Dayikan ku îsal di roja hilbijartinê de tê pîrozkirin de axivîn û diyar kirin ku 22 sal e dayik rondikan dibarînin û gotin çûyîna vê destilatdariya ku ji bilî êşê tu tiştekî din nedaye, ji bo wan diyariya herî mezin e.
 
Roja Dayikan îsal di roja hilbijartinên giştî û serokomariyê de tê pîrozkirin. Dayikên ku her sal dibêjin ‘ne kulîlk ew zarokên xwe dixwazin’ diyar kirin ku ew 22 salin rondikan dibarînin û gotin diyariya herî mezin ji bo wan çûyîna vê desthilatdariyê ye. Dayikan bang kirin ku her kes bila ji bo bidawîbûna vê desthilatdariyê dengê xwe bi kar bînin.
 
Daxwaza dayikan îsal aşti ye
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday diyar kir ku Dayikên Aştiyê bi salane ji bo kezeba dayikan neşewite û aştî pêk bê têdikoşin û wiha dirêjî daye: “Li dijî rastiya şer em di aştiyê de bi israr bûn. Em di têkoşîna xwe de bi israr in. Roja dayikan tê.  Lê ji bo me roja reş e. Em zarokên xwe nabînin. Roja dayikan ji bo me ne rojek xweş e. Her roj tundî li dayikan tê kirin.  Ji bo me diyariya herî xweş aştî ye û zarokên me ne.”
 
‘Bila her kes xwedî li dengê xwe derkeve’
 
Gulerê wiha berdewam kir: “Bi polîtîkayên tên meşandin dixwazin pêşî li aştiyê bigirin. Kurd aştiyê dixwazin. Dema mijar dibin Kurd hemû cîhan mirovahiyê dike bin lingan. Erdogan 22 sal ji bilî êşê tu tişt neda dayikan. Divê hemû dayik bibin yek û Erdogan bişînin. Bila her kes xwedî li dengê xwe derkeve.”
 
‘Em hene û em ê hebin’
 
Dayika Nobeta Edeletê Fînce Akman jî  wiha bi lêv kir: “Tevî hemû zextên dewletê Kurd û jinan berxwe dan. Êdî bes e. Bila kezeba dayikan neşewite. Bila dayik rondikan nebarînin. Emîne Şenyaşar ji bo zarok û hevjînê xwe ku hatin qetilkirin di nobeta edeletê de ye. Divê em li dijî vê zilmê xebatan bimeşînin û hemû girtyan û Abdulah Ocalan azad bikin. Em li dijî zilman napelçiqin. Em li virin û em hene.”
 
Fînceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roja dayikan dikeve roja ahilbijartinan. Ez bang li hemû dayikan dikim li dora Partiya Çep a Kesk bên gel hev û biçin ser sindoqan. Diyariya herî mezin ji bo dayikan ev e ku tecrîda 24 salan bê şikandin û Abdullah Ocalan azad bibe.  Çavê her kesî li riya zarokên wane. Delweta Tirk ji dayikan ditirse. Wê Dayik bersivek xweş bidin Erdogan. Diyariya herî mezin a ji bo dayikan çûyîna Erdogane.”