Sedema dengên xwe didin Partiya Çep a Kesk vegotin

  • 09:11 13 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Jinan diyar kirin ku wê li dora Partiya Çep a Kesk xwe rêxistin bikin û biçin hilbijartinan û her wiha bi lêv kirin ku wê tecrîd bi Çep a Kesk bê şikandin, bi hêza ciwan û jinan biçin meclîsê.
 
Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê ya dema 28’an re saet man û partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber dimeşîne. Partiya Çep a Kesk ku li her qadê bi jinan re tê gel hev xebatkarên wê diyar dikin ku wê jin desthilatdariyê bişînin.
 
Jinên li dora Partiya Çep a  Kesk xwe rêxistin dikin û diçin hilbijartinan sedema ku çima dibêjin Partiya Çep a Kesk vegotin.
Beyhan Baykan diyar kir ku Partiya Çep a Kesk demokrasî, edelet û azadiyê temsil dike û got: “Ji bo azadiyê em di Çep a Kesk de tên gel hev. Daxwazên me tînin ziman. Ya girîng jî li alî jinê ye. Em ê li dijî desthilatdariyê ligel Partiya Çep a Kesk cih bigirin û bi ser kevin.”
 
‘Em aştiyê dixwazin’
 
Sultanî Ablak jî daxuyakirin ku ji bo mafên xwe biparêzin ligel Partiya Çep a Keskin û wiha bi dawî kir: “Ez Kurd im, zimanê xwe dixwazim. Ez denga xwe didim Çep a Kesk. Me biçûk dibînin. Em aştî û azadyê dixwazin. Em Erdogan naxwazin.”
 
‘Bila partiya me bi ser keve’
 
Jina bi navê Yuksel Canpolat jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “AKP-MHP bi salane polîtîkayên şer dimeşîne. Di encama van polîtîkayan de krîz li her qadê giran bû. Bila pêşiya jinan berdin. Her roj jin tên qetilkirin. Jin AKP’ê naxwazin. Em dixwazin Partiya me Partiya Çep a Kesk bi ser keve.”
 
‘Çep a Kesk cihê hezkirinê ye’
 
Dengbêj Xalîde jî wiha vegot: “Ji bo ekoloji, ziman, aştî, edeletê em ligel Çep a Keskin. Partiya Çep a Kesk cihê hezkirinê ye. Ji ber vê em di bin banê partiya Çep a Kesk de tên gel hev.”
 
Ayhan Ay jî destnîşan kir ku ji ber mafê jinan dizparêze azadî, aştî û wekheviyê diparêze dibêje Partiya Çep a Kesk û got dem dema guherînê ya ligel Partiya Çep a Kesk e.
 
‘Em ê tecrîdê bişkînin’
 
Sadiye Baran anî ziman ku dema Kurd bibin yek wê bi ser kevin û wiha domand: “Divê êdî ev pergal biguhere. Her tişt zehmet bûye. Ji 7 saliya xwe de di têkoşînê de me û denga xwe didim partiya xwe. Ez di riya rast de me. Ez dengê xwe didim partiya xwe. Ez bawer dikim em ê bi ser kevin. Em ê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin hemû girtiyan azad bikin.”
 
 Jina bi navê Hatîce Bîlîr jî wiha daxuyand: “Ez xwe nêzî Partiya Çep a Kesk dibinim. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çep a Kesk. Ji bo guherîna vê pergalê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan ez dengê xwe  didim Çep a Kesk. Ez bi Çep a Kesk xwe azad hîs dikim. Bila Tayyîp êdî biçe.”
 
Kurd wê di sindoqan de bersiv bide
 
Gulîstan Şîmşek jî balkişand ser hilbijartinan û diyar kir ku çareserî Partiya Çep a Kesk e, wê gelê Kurd bi dengê xwe xwe nîşan bide û bi rsir keve.
 
Jina bi navê Kiyment Gunyen jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Ez azadî û wekheviyê dixwazim. Bila hemû jin û ciwan ligel Partiya Çep a Kesk bin. Dengek ji Çep a Kesk re dengek ji Kiliçdaroglu re. Armanca me ji 100’î zêdetir parlamenter biçin meclîsê. Guherîn ancax bi me pêkan e.”