Ciwanên dê deng bi kar bînin: Dengek wê gelek tiştî biguhere

  • 09:03 13 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
Rahîme Tekîn
 
ERDEXAN/WAN –  Ciwanên yekem car diçin ser sindoqan diyar dikin ku wê Partiya Çep a Kesk tercîh bikin û gotin dengek jî wê gelek tiştî biguherîne.
 
Ji hilbijartinan re saet man û aliyê ku encama hilbijartinan diyar bikin di serî de jin û ciwan in. Li Erdexan û Wanê ciwanên yekem car diçin ser sindoqan der barê pirsgirêkên xwe û hilbijartinan de nirxandin kirin. 
 
Zor û zehmetî
 
Helîn Koç ya 18 salî ya li gundê Beberek a girêdayê Erdexanê ew çar pênc sale xwe wek zarok hîs nake û got zaroka malbateke cotkar e di bin şertên giran de perwerda xwe domandiye.Helînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata min pirsgirêkên dijî bi me nede hîskirin jî lê em vê hîs dikin. Ev di dilê me de hinek tiştan dikuje. Ez ji vê rewşê qet ne kêfxweş im. Bawer dik im ku gelek kesên wek min hene. Li vî welatî ku xwendekarî evqas zehmet e, rewşa jinê hîn bêtir zehmet e. Ez bi rastî vê ji kûrahî hîs dikim. Divê em li vî welatî mafên xwe biparêzin.”
 
‘Pirsgirêka xwe îfadekirinê heye’
 
Helînê her wiha destnîşan kir ku pirsgirêkên heyî ji ber sedemên aborî pêk tên û wiha vegot: “Pirsgirêka esas ev e ku mirov nikarin xwe îfade bikin. Em nikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman. Ev jî me di gelek mijaran da şûnde dixîne. Gelek mafên me ji desten me çûn. Êdî divê em pêşî li vê bigirin. Ez ji bo Ezmûnên Saziyên Hîndekariya Bilind (YSK) xwe amade dikim. Ez ji gelek hevalên xwe şûnde mame. Ev rewş pirsgirêkek giştî ye. Ji ber koronayê ez du salan neçûm dibistanê. Divê biçim dersxanê lê pir biha ne. Ez şerm dikim bi daxwazek wisa biçim cem malbatê. Ji ber xwişk û birayên min yên biçûk hene.”
 
‘Li vî welatî xeydandîme’
 
Helînê daxuyakirin ku ew di vî temenî de van tiştan difikire û got ew li ji vî welatî xeydandiye û got: “Divê êdî hinek tişt biguherin. Bi runiştinê nabe. Hele ku jin divê ji bo mafên xwe têbikoşin. Nîvê cîhanê jin in. Ji bo guhertina hinek tiştan divê her kes hewl bide. Ev pergal wisa hatiye lê wisa nikare bimeşe. Li her derê di şoreşên pêk tê de rola jinan girînge. Îro li Tirkiyeyê jî şoreşek pêk bê di hîmê vê de jin hene. Ez bi vê bawer dikim.”
 
'Dengek wê gelek tiştî biguhere'
 
Helînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ê yekem car dengê xwe bi kar bînim. Gelek bi kelecan im. Ligel vê xwe berpirsyar dibinim. Dengê min tenê min eleqeder nake. Bi mîlyonan mirovî eleqeder dike. Dengek dikare gelek titşî biguhere. Ji ber vê ez dixwazim denga xwe bidim ya herî bi fêde. Ez denga ji bo serokomariyê didim Kiliçdaroglu. Yê parlamenteriyê jî didim Partiya Çep a Kesk.”
 
‘Desthilatdariyê tu tiştek neda min’
 
Jinek ciwan a din Zînnur Duman jî ku sibê wê yekem car dengê xwe bi kar bîne daxuyakirin ku desthilatdariya heyî tu tiştek bi wê nedaye qezenckirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne di alî perwerdê ne di alî civakî de tu tiştek neda min. Ez ji desthilatdariya bê bi hêvî me. Ez dengê serokomariyê didim Kiliçdaroglu.”
 
‘Hilbijartin wê tura yekem de biqede’
 
Zînnurê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hilbijartin wê di tura ewil de biqedin. Bendewariya me ji desthilatdariya nû heye. bila xwendekar di şertên baş de perwerdê bibinin û hawirek azad de bijîn. Desthiladariya heyî her tişt qedexe kiriye bi sînor kiriye. Ez dixwazim li Tirkiyeyek azad bijîm. Ez  bo hemû kesî rojên xweş hêvî dikim. Bila hemû jin azad bin.”
 
‘Dengê min ji Partiya Çep a Kesk re ye’
 
Jina ciwan Berfîn Malkoç jî destnîşan kir ku bendewariya wê ji hilbijartinan ev e ku desthilatdarî biguhere û wek jinekê dixwaze li welatekî azad bijî. Berfînê wiha bi dawî kir: “Guhertina desthilatdariyê wê min gelek kêfxweş bike. Ez dengê xwe didim Partiya Çep a Kesk. Ji ber vê gelek kêfxweş im û serbilind im. Nifşê Z jî wek min difikire. Divê êdî guherîn hebe. Ew dem jî niha ye. Divê ji bo vê em gavê bavêjin.”
 
‘Di sindoqan de wê bersiva mezin bê dayîn’
 
Helîn Demîrtepe jî bi lêv kir ku ew yekem car dengê xwe bi kar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez wek xwendekarek dixwazim ev pergal biguhere û divê hemû xwendekar li dijî pergala perwerde û ezmûnê denga xwe li alî demokrasiyê bi kar bînin. Divê di 14’ê Gulanê de di sindoqên hilbijartinê de bersivek mezin bê dayîn.”