Li Wanê ji bo tevlibûna mîtîngê bang

  • 12:16 12 Gulan 2023
  • Ramyarî
WAN - Beriya hilbijartina ku roja Yekşemê bê kirin, jinên li Wanê ku derî bi derî geriyan bang li her kesî kirin ku tevli  mîtînga dê sibê li Qada Beşyolê bê lidarxistin kirin. Jinan gotin, “Ez diçim ku vê pergala cebberût bişînim, ya tu?”
 
Bi boneya Hilbijartinên Serokomariyê û yên parlameneriyê yên serdema 28'an ku roja Yekşemê li Tirkiye û Kurdistanê bên kirin, xebatên partiyên siyasî dewam dikin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên ku ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve di pêşengiya jinan de li Wanê tên kirin, endamên partiyê derî bi derî digerin û civînên wan ku li gund û taxan tên lidarxistin, dewam dikin. Ji hilbijartinan re êdî saet man û li Wanê herkes li benda mîtînga Fînanalê ya ku wê sibe bê li darxistin e. 
 
Hedef 8-0
 
Beriya mîtînga fînalê bi rojan ku wê  qada Beşyolê ya Wanê bê lidarxistin bi belavokên ku hatin belavkirin bang li gel hat kirin ku teli mîtîngê bibe. Partî hedef dike ku ji 8 parlamenteran heştên wan jî bi xwe bigire û dibêje, "armanc 8.0 e."  
 
Ji bo guhertinê…
 
Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Hatîce Oktay jî banga "Em roja yekşemê ji bo guhertinê li Qada Beşyolê bên cem hev" kir.
 
Em ê bi ser kevin!
 
Lîstikvana Şanoyê Bêrîvan Budakbeyogûlû jî got, "Em gelekî kêfxweş in, em bi hêvî ne, ez hemû xelkên Wanê vedixwînim mîtînga fînalê ya roja şemiyê, ji bo roja yekşemê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk" û got,"Em ê bi ser kevin." 
 
‘Ji bo şandina pergala cebberrut…’
 
Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, got, "Were Wan, ez ê roja Şemiyê diçim mîtînga fînalê ku vê pergala cebberrrût bişînim, lê tu?"
 
Bernameya mîtîngê wiha ye:
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, parlmenterê HDP'ê Tayyîp Temel, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û hunermendên surprîz wê beşdarî mîtînga fînalê ya ku wê saet di 13.00'an de li Qada Beşyolê ya Wanê ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve bê lidarxistin, bibin.