‘Jin wê vê rejîma dîktator hilweşîne’

  • 09:11 12 Gulan 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Jinan diyar kir ku hedefa wan a ewil ev e ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên dijminê jinê re bişîne û gotin pergala nû ya wê bê avakirin bi patrîarka bê avakirin wê daxwaza wan ya wekheviyê bidome.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re çend roj ma. Jin diyar dikin ku wê dîktatoriyê hilweşînin û her wiha bi hikûmeta nû ya wê bê avakirinê re jî têkoşîna wan ya wekheviyê bidome. Jinên ji Tora Parastina Jinan der barê hilbijartinê de peyamên xwe parve kirin.
 
Buse Uçer got ji hilbijartinan re çend roj mane û got tifaqa herî xurt tifaqa jinan e û wiha domand: “Ev tifaq wê dîktatoran bişîne. Ji ber tifaqek li dijî jinan tifaqa paşverûye. Çawa li Îranê hêzeke ku jinan dikuje heye çawa ku li Afganîstanê Talîban jinan tune dike, îro li Tirkiyeyê jî  tifaqeke dijminê jinê heye. Li dijî van jin dibin yek û dibêjin em ê dîktatoriyê bişînin. Em wek jin bi salane li dijî rejîma AKP’ê têdikoşin. Em niha hatine nokteyekê. Em jin xwe wek hilbijêr nabînin em xwe wek berxwedêr dibînin.  Hilbijartin bêguman di alî jinan de gelek girîng in. Me heta niha têkoşîn axwe ya jinan li dijî van polîtîkayên AKP’ê meşand û em ê vê bidomînin. Em jin dibêjin ‘em ê vê dîktatoriyê bişînin'. Têkoşîn û berxwedana me heta ku têkoşîna femînîst bê avakirin wê bidome.”
 
‘Ji bo pêşeroja zarokan em neçarin AKP’ê bişînin’
 
Merve Buyuktaş jî wiha diyar kir: “Di 21 desthilatdariya AKP’ê de bi hezaran zarok hatin îstîsmarkirin û tundî lê hatin kirin. Zarokên keç ji perwerdê hatin girtin û teslîmê cemaetan hatin kirin. Zarokên 15-16 salî temenê wan hat mezinkirin û zewandin. Zarokên temenê biçûk de bûn dayik hene. Jin her diçin xizan dibin, zarok nikarin xwe bigihînin perwerwerdê. Em neçarin ku AKP’a ku bûye sedema van bişînin. Ji bo pêşeroja zarokan em neçarin desthilatdariya AKP-MHP’ê bişînin.”
 
Têkoşîn wê bidome: Dîktatorî wê biçe
 
Dondu Kurşunoglu jî destnîşan kir ku di danezana AKP’ê de mêze kir ku para jinan çi dikeve û wiha bi lêv kir: "Wezîrê digot ji tundiyê re sifir tolerans, got ev pêvajo bi serkeftî derbas nekirine. Her wiha bal nekişandine ser mafê nefqeyê. Behsa guherînên di Peymana Stenbolê de hatin kirin. Digotin qanûna hejmar 6284 hatiye revîzekirin. Danezana wan ji vê pêk dihat. Bi van jî sînor name Huda Parê belgeyek vîzyonê aşkera kir.  Perwerga tevlihev hedef girt. Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 hedef digirt. Lê em dibêjin em ê vê dîktatoriyê hilweşînin û têkoşînek bi bandor li dijî AKP’ê bimeşînin.”
 
Jina bi navê Namîgar Uçar jî destnîşan kir ku têkoşîna jnan wê bi sindoqan sînor nemîne û çi dibe bila bibe wê  jin li dijî her cureyê tundî, destdirêjî, xespkirina mafê jin û zarokan li kolanan têbikoşin. Namîgarê daxuyakirin ku heta daxwazên wan pêk bên, heta avakirin cîhanek wekhev, azad û femînîst wê têkoşîna wan bidome.