Banga tevlîbûna mîtînga fînalê ya Amedê

  • 10:03 11 Gulan 2023
  • Ramyarî
AMED - Di 13y'ê Gulanê de li Qada Îstasyona Amedê mîtînga fînalê ya Partiya Çep a Kesk bê lidarxistin. Ji Partiya Çep a Kesk Elvan Boçkun banga tevlîbûna mîtîngê kir.
 
Di 14'ê Gulanê de hilbijartina giştî û ya serokkomariyê pêk tê. Partiyên siyasî li Kurdistan û Tirkiyeyê bi nêzbûna hilbijartinê re lez dan xebatên xwe. Li bajarên Kurdistanê xebatên Partiya Çep a Kesk bê navber didomin. Niha li Amedê amadekariya mîtînga fînalê ya Partiya Çep a Kes tê kirin. Rêvebera Partiya Çep a Kesk a Amedê Elvan Boçkun derbarê xebatên hilbijartin û mîtîngê de ji ajansa me re axivî. 
Elvan, da zanîn ku namzetên partiyê bi gel re hatin cem hev û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji her temenê, ji her kesîmê welatî tevli xebatên me û têkoşîna me bûn. Ji bo serkeftinê kedek mezin hat dayîn. Mal bi mal, gund bi gund, navçe bi navçe serdana gel hat kirin. Ji vekirina buroyan bigirin heta hevdîtina gel, serdana gel bigirin û heta bernameyên cuda xebat hatin kirin. Çend kêm roj mabin jî niha jî xebatên me bi heman tempoyê didomin."
 
Elvan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên jinan: "Di têkoşîna Gelê Kurd e jin her tim bi fedekar nêz bû û her tim bi coş û kelecan bû. Me di xebatên hilbijartinê de dîsa dît. Di xebatan de û her wiha di berzkirina dirûşmeyan de me dît ku 'Jin jiyan azadî' ne tesadifiye. Îktîdara heyî çend hewl da ku xebatên me yên hilbijartinê asteng bike jî jin wekî her car guh neda û di refên pêş de cih xwe girt. Jinan di her xebatê de daxwazên xwe carek din bi zelalî anîn ziman û gotin; li ser erdnegariya xwe dixwazin azad û wekhev bijîn."
 
Elvan, destnîşan kir ku bi taybetî di nava 6 û 7 salan de îktîdar zext û zilma xwe zêdetir kir û êdî dawiya vê yekê hat û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di 13'yê Gulanê de saet 13.00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga fînalê dê pêk bê. Em carek din bang li gelê xwe dikin ku tevlî mîtînga me bibin. Em ê qada veguherînin şahiya azadiyê."