‘Yekane daxwaza me azadiya Ocalan e’

  • 09:29 11 Gulan 2023
  • Rojane
STENBOL - Jinên Stenbolê bertek nîşanê polîtîkayên tecrîdê dan û diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadan e.
 
Jinên tevli hevdîtina gel a Partiya Çep a Kesk li Bagcilar pêk anîn bûn, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî. Jinan her wiha di hevdîtinê de daxwazên xwe anîn ziman û gotin divê demildest tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî.
 
‘Em ê Erdogan ji textê bixînin’
 
Jinên bi navê Necla Ekîncî, Zozan Ekîncî û Sevda Ekîncî  diyar kirin  ku desthilatdariya AKP’ê li hember hemû gel polîtîkayên şer daye destpêkirin û wiha bertek nîşan dan: “Divê Erdogan edî biçe. Em wî naxwazin. Em ji bo jinan wekhevî û azadiyê dixawzin. Em naxwazin li welatê ku mafên jinan tune dikin bijîn. Bila Erdogan talîmatan nedin me. Em dixwazin Erdogan ji textê bikeve. Ji bo vê em dengên xwe didin Partiya Çep a Kesk. Ji bo pêşerojê divê em Erdogan ji bixînin.”
 
Daxwazên dayikan
 
Dayikek ku nexwest navê xwe bide wiha got: “20 sale ji bilî şer tiştek tune. em aştiyê dixwazin.  Bila girtiyên siyasî bên berdan. Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Daxwaza me azadiyawî ye. Parlamenter û siyasetmedarên me yên girtî divê bên berdan. Bêyî sûc tên girtin. Em vê qebûl nakin. Ji bo azadî û aramiyê divê em dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk."
 
‘Em ê kelepçeyan bişkînin’
 
Jina bi navê Mahbet jî bi lêv kir ku AKP-MHP hewl dide mafê Kurdan ji nedîtî ve bê û wiha pê de çû: “Dixwazin Kurdan tune bikin lê wê bi ser nekevin. Kes nikare me tune bike. Em ê bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. em ê bi hilbijartinan re kelepçeyan bişkînin. Em ê hemû zincîran bişkînin. Abdullah Ocalan 24 sale di bin tecrîda giran de ye. 25 mehe agahî jê nayê girtin. Bila ev tecrîd bidawî be. Em azadiya wî ya fîzîkî dixwazin. Yekane daxwaza me ev e.”
 
‘Em ji bo Abdullah Ocalan li qadane’
 
Jina bi navê Asli Otekîn jî daxuyakirin ku AKP-MHP ji rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ditirsin û got daxwaza wê jî ev e ku ev tecrîd bi dawî bibe.
 
Kader dural jî nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li kolanan e û wê qadan vala nehêlin. Jina bi navê Şukran jî daxuyakirin ku AKP-MHP’ê heta niha li ser keda gel text ava kiriye û wê îcar wan têk bibin.Jina bi navê Guneş jî  got ew ji têkoşîna 50 salî tên wê biserkevin û got ew li alî aştî û azadiyê ne. 
 
‘Çareserî li Îmraliyê ye’
 
Muhbet Bîrgun jî balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got 25 mehe tu agahî jê nayê girtin û wiha vegot: “Em li dijî polîtîkayên tecrîdê serî natewînin. Çi dikin bila bikin em di şopa wî de ne. Çareserî li Îmraliyê ye. Abdullah Ocalan pêşengê me ye. Heta ew azad nebe em azad nabin.”