Berteka li dijî êrişa zayendî: Em piştgiriyê didin hemû jinên li Efrînê

  • 09:21 11 Gulan 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Kongreya Star Sûad Hesen têkildarî êrişa zayendî ya serçeteyekî girêdayî dewleta tirk a li hemberî zaroka 10 salî banga piştevaniya gelê li Efrînê kir û got:"Em weke jinên Efrînê li Helebê piştgiriyê didin hemû jinên me yên li Efrînê û em ê her tim ji bo wan bibin destek. Her wiha banga me ji hemû jinên Efrînê re ew e ku serhildana xwe bidin dewamkirin heta ku em bikaribin vê zihiniyeta mêrê desthilatdar ji nav xwe rabikim."
 
Piştî dagirkirina bajarê Efrînê ya ji aliya dewleta tirk û komên girêdayî wê ve êdî ev 5 sal in ku hemû cureyên qirkirinê bi ser welatên bajêr tê bikaranîn. Kuştin, talankirin, wêranî, tecawizkirin jin û zarokan, girtina sivîlan û birîna darên zeytûnê ya ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve her tim di meriyetê de ye. Herî dawî jî li Efrînê serçeteyê girêdayî dewleta tirk êrişa zayendî li zarokek keç a 10 salî kir. Hat zanîn ku piştî êrîşa ku bû sedemê hêrsek mezin a gel, serçete reviyaye gundê Kora yê girêdayî navçeya Cindirêsê.
 
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de daxuyanî da û got: “Serçeteyê bi navê Ahmed Mamdouh ê çeteyên El-Amshat ê girêdayî dewleta tirk a dagirker, li navçeya Şîyê ya Efrinê êrîşa zayendî hemberî zarokek keç a 10 salî pêk aniye. Ev çete piştî ku sûc kir reviya gundê Kora yê girêdayî navçeya Cinderêsê. Ev bûyer ne bûyera yekem e ku li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de li beramberî jin û zarokan tê pêkanîn. Êrîşên zayendî, komkujiyên beramberî gel, revandina mirovan ketiye rewşa ku her tim were jiyîn. Li Efrîna ku ev 5 sal in hatiye dagirkirin pêkanînên dijmirovî berdewam dikin."
 
'Ev yek dewamiya şideta li ser jinê dide sepandin'
 
Herwiha li ser va bûyera bi êş Endama Kongreya Star Sûad Hesen ji ajansa JINNEWS'ê re axivî û wiha got: "Ez weke jinek ji Efrînê tecawizkirina ev zaroka 10 salî bi tundî şermezar dikim. Êdî bes e ji van kiryarên hovane ku heya niha li ser gelê me yê Efrînê berdewam dibe. Êdî bes e ku rojane jin û zarok tên girtin û tecawizkirin û ev yek dewamiya şideta li ser jinê dide sepandin."
 
Banga piştevaniyê
 
Sûad wiha axaftina xwe da berdewam kir û got: "Hemû rêxistinên mirovî û navneteweyî li ser van sûcên ku dewleta tirk û çeteyên wê dide berdewamkirin xwe bêdeng dikin. Banga min jî ji bo hemû jinên Efrînê ew e ku li ser piyan bimînin û li dijî van kiryaran bêdeng nemînin. Ji ber tecawizkirina zarokek 10 salî tê weteya ku hemû jinên Efrînê di bin gefekê de ne. Dikare tecawiz li hemûyan bê kirin. Her wiha pêwîst e hemû jinên Efrînê van kiryarên bi sûc û hovane bi carekê nepejirînin."
 
'Em piştgiriyê didin hemû jinên li Efrînê'
 
Di dawiya axaftina xwe de Sûad wiha teqez kir û got: "Em weke jinên Efrînê li Helebê piştgiriyê didin hemû jinên me yên li Efrînê û em ê her tim ji bo wan bibin destek. Her wiha banga me ji hemû jinên Efrînê re ew e ku serhildana xwe bidin berdewamkirin heya ku em bikaribin vê zihiniyeta mêrê desthilatdar ji nav xwe rabikim. Her wiha ew çete pêwîst e were cezakirin."