Jinên Kadikoyê: Dengên me ji bo Çep a Kesk e

  • 09:10 11 Gulan 2023
  • Ramyarî
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinên li Kadikoya Stenbolê dijîn diyar kirin ku ji bo aştî û azadiyê wê dengên xwe bikar bînin û AKP-MHP’ê bişînin.
 
Xebatên hilbijartinê bê navber didomin. Jin diyar dikin ku ji bo tifaqa dijminê jinê bidawî têk biçe wê dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk û ji bo serokomariyê jî bidin Kemal Kiliçdaroglu.
 
Jinên navçeya Kadikoy a Stenbolê der barê hilbijartinê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Denga me ji bo Çep a Kesk e’
 
Muzîsyen Cemîle Demîr nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em pergaleke ku her kes azad lê dijî dixazin. Divê her kes bi awayekî azad fikrên xwe bîne ziman. Divê mirov ji ber vê terorîst neyên îlankirin. Ji bo serokomariyê denga xwe didim Kiliçdaroglu. Ya parlamenteriyê jî didim Çep a Kes. Ji bo jinan ji bo hemû gelan pêşerojek azad dixwazim. Welatekî azad dixwazim. Divê êdî AKP biçe.”
 
‘Bila dengên xwe bidin Çep a Kesk’
 
Karkera malê Mahfuza Acer jî bi lêv kir ku ew dipên ku hilbijartin riya aştî û azadiyê veke û wiha pê de çû: “Hêviya me eve ku em hilbijartinan qezenc bikin û li welatekî azad û wekhev bijîn. Em tu car hêviya xwe winda kin. Ez denga xwe ji bo aştiyê didim Partiya Çep a Kesk. bila hemû jin denga xwe bidin Çep a Kesk.”
 
‘Ev 20 sale em bêzar bûne’
 
Şukran Gulen jî anî ziman ku yekane daxwaza wan demokrasî û aştî bê welat û wiha bi lêv kir: “Bila dizî û derew bidawî bin. Em dixwazin bi giştî biguhere. 20 sale em êdî bêzar bûne. CHP bê wê azadiya jinan jî bê.”
 
Kekera malê Guler Ercan jî destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de daxwaza gelek jinan heye û daxwaza wê jî wekhevî û azadiye. Gulerê anî ziman ku bila demokrasî bê û wê denga xwe jî ji bo Tirkiyeyek azad bikar bîne.
 
Reyhan Koklu jî balkişand ger girîngiya hilbijartinan û daxuyand ku divê êdî guherîn pêk bê û sibeha 14’ê Gulanê li dolabên xwe binerin û wisa biçin ser sindoqan. Reyhanê her wiha anî ziman ku wê jin di vê hilbijartinê de biserkevin.