Jinên Dortyol a Hatayê: Em ê mohra xwe li darê bixin

  • 09:16 10 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
HATAY - Jinên li navçeya Dortyol a Hatayê biryara xwe ya hilbijartinê dane diyar kirin ku ew di serî de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin û wê mohra xwe li bin darê bixin.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 5 roj man û li Kurdistan û Tirkiyeyê mîtîngên Partiya Çep a Kesk bi coşek mezin didomin. Partiya Çep a Kesk a li Osmaniye û Hatayê mîtîng pêk anîn ji aliyê jinan ve eleqeyek mezin dîtin. Li navçeya Doryol a Hatayê dirûşmên ‘bê Serok jiyan nabe’, ‘bijî Serok Apo’ bê navber hatin berzkirin û gelê Dortyolê peyama xwe ya di hilbijartinan de bi awayekî zelal dan.
Jinên Dortyolê ji ajansa me re axivîn û gotin divê her kes ji bo azadiyê dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
 
‘Bila her kes dengên xwe bi kar bînin’ 
 
Sadika Çelîker balkişand ser dijhiqûqiyên li Tirkiyeyê tên jiyîn û got ji bo pêşî li van dijhiqûqiyan bê girtin divê her kes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk û gotin: “Ez jî dengê xwe didim Çep a Kesk. Em dengê xwe didin xwe. Em naxwazin Erdogan bi ser keve. Em li dijî vê zilmê ne. Bila her kes biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bîne.”
 
‘Gelo wê ev zext heta ku derê bidomin’ 
 
Jina bi navê Salîha Narîn jî wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Ma qey em nizanin dengê xwe bidin kê. Ez ji Amedê me. Em dengê xwe didin xwe. Em dixwazin ji vê rewşê derkevin. Em perîşan bûne. Em ji bajarê xwe dûr in, ji bo ev rewş rast bibe em ê dengê xwe bidin xwe. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser kevin. Ji ber vê divê em hemû biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.”
 
‘Bila xwîn nerije’
 
Şefîka Arhana jî bi lêv kir ku ji ber Kurd e wê dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk û wiha domand: “Gelo heta ku derê em ê di bin zextan de bijîn. Em ê dengekî bidin Çep a Kesk dengekî jî bidin Kemal Kiliçdaroglu. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Bila her kes dengê xwe bi kar bîne û hilmeke rehet bigire.”
 
‘Partiya Çep a Kesk partiya jinê ye’
 
Hanîfe Kaya jî destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk wê bi awayekî xurt ji vê hilbijartinê derkeve û divê jin xwedî li dengên xwe derkevin û têkoşîna xwe bikin yek. Hanîfeyê got Partiya Çep a Kesk partiya jinê ye û ji ber vê jî dixwazin aştî û azadî bi ser keve.
 
Latîfe Tekdag jî diyar kir ku ji ber Kurd in dengên xwe ji bilî Partiya Çep a Kesk nadin tu kesî û wiha dawî lê anî: “Erdogan zilmê dike. Em ê ji bo zimanê xwe dengê xwe bidin. Em dixwazin  serokên me ji girtîgehê derkevin. Em ê bi ser kevin, Erdogan jî wê biçe. Em ê mohra xwe li bin darê bixin.”