Namzeta Qersê Gulcan Alp: Em ê bi hev re biguherînin

  • 09:08 10 Gulan 2023
  • Ramyarî
Rahîme Tekîn
 
QERS - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Qersê Gulcan Alp diyar kir ku bibin yek wê vê rejîmê biguherin û daxuyakirin ku yekane navnîşana ku li dijî xizanî, kuştinên jinan, talan xwezayê têdikoşe Partiya Çep a Kesk e.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û Partiya Çep a Kesk bi polîtîkayên xwe yê jinan têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta serdest ya mêr mezin dike.   Namzeta Qersê Gulcan Alp der barê pirsa ‘Çima Partiya Çep a Kesk’ û çîroka jiyana xwe de ji ajansa me re axivî.
 
Gulcan di 1970’ê de li Gole a Erdexanê tê dinê, dibistana seretayî û navîn li wir temam dike. Li zanîngehên cuda beşên Têkiliyê Navnetewseyî, Tenduristî û Ewlehiya Kar, Civaknasî û Îdara Malê dixwîne. Gulcan demek dirêj li Navenda Perwerda Gel hostetiya fêrkirinê dike û ligel vê di salên 90’î de di Bultena Jinan a Kedkar de edîtoriyê dike.
 
Gulcanê da zanîn ku ew zaroka malbatek tirk e û ji zarokatiya xwe de şahidiya darizandinên dijhiqûqî, pergala ku mirovan her diçe xizan dike kiriye. Gulcan bi salan di siyasete de û têkoşîna jinan de aktîf cih girtiye diyar dike ku yekane partiya ku bibe bersiva pirsgirêkên civakî Partiya Çep a Kesk e.
 
‘Di komara 100 salî de tiştek neguheriye’
 
Gulcanê daxuyakirin ku mirovên têkoşîna çînî didin rastî neheqiyan tên û wiha vegot: “Em li welatekî wisa dijîn. Bavê min muxalîf bû. Di salên 80’ê de li dijî polîtîkayên şaş yên dewletê derket. Ez wek keça anarşîst hatim îlankirin. Di salên 2000’î de ji ber hevjînê min li dijhiqûqiyan, newekheviyan têkoşîn da ez û ew wek terorîst hatin îlankirim. Navberê de dem derbas bû sal bû 2022'yan vê carê ez terorîst hatim îlankirin. Xuyaye di 100 salî de tu tişt neguheriye. Zîhniyet heman zihniyete."
 
‘Ji bo jinan qada têkoşînê’
 
Gulcanê anî ziman ku Partiya Çep a Kesk hêza xwe ji jinan digire û wiha domand: “Divê hemû jin piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kes. Wekheviya zayendî, Peymana Stenbolê, pêşîgirtina li tundiyê. Ev xetên me yên sor in. Divê em ji vê desthilatdariya ku kuştinên jinan normal dike re bêjin êdî bes e. Bila jin bi me bawer bin. Em ê bi wan re paşerojên xurt ava bikin.”
 
Li dijî tecrîdê destûra bingehîn a demokratîk
 
Gulcanê balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bi lêv kir: “Ev pêkanîn dijhiqûqîne. Ez demek berê ji girtîgehê derketim. Ez bûm şahide tecrîdê. Tecrîd li ser hemû girtîgehan tê meşandin. Ez bi awayekî dijhiqûqî 40 rojî di odeyek yek kesî de mam. Pirsgirêkên tenduristiya min giran bûn. Ez bûm şahide tiştên dijmirovahî. Ev hemû şerma mirovahiyê ne. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin divê Partiya Çep a Kesk  ji hilbijartinan xurt derkeve. Em bi pirsgirêkan dikarin bi destureke bingehîn ya li parlamentoyê çareser bikin.”
 
‘Em dikarin rejîma yek mêrî biguherin’
 
Gulcanê destnîşan kir ku bi taybet demên hilbijartinan de wek terorîst û xayîn tên binavkiri nû got: “Em mirovên ji çandên cuda cenazeyên xwe bi hev re hidigirin. Em dawetan de bi hev re govendê digirin. Em dibin kirêv. Lê dema hilbijartinan de em dibin terorîst. Ev nêzîkatî ji nîjadperestiyê diqewime. Lê ger em bibin yek em dikarin rejîma yek mêrî biguherin. Ez bang li hemû kesî dikim ku 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Em ji bo wekheviyê ji bo aştî û azadiyê denga xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em bi hev re biguherînin.”