Xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê didomin

  • 20:27 9 Gulan 2023
  • Rojane
STENBOL- Namzeta herêma duyemîn a Stenbolê ya Partiya Çep a Kesk Dîlek Odabaş di standa mor a Partiya Çep a Kesk de axivî û diyar kir ku jin wê şer tê bibin û aştiyê bînin.
 
Xebatên Partiya Çep a Kesk bê navber didomin. Li Stenbolê li Parka Anadolu ya Okmeydani standa mor hat avakirin Namzetên herêma duyemîn yên Stenbolê Dîlek Odabaş û Ozgul Sakî tevli avakirina standê bûn.
 
Namzet Dîlek Odabaş li wir axaftinek kir û her kes silav kir. Dîlekê da zanîn ku wê pergala zextxwir bi têkoşîn û îradeya jinê bişînin û wiha vegot: “Em ê li dijî desthilatdariya zextxwir aştiyê  bînin. Em ê biserkevin. Ez ji dil bawer dikim. Em neçarin bi awayekî xurt li dijî desthilatdariyê têbikoşin.  Em ê polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser jinan hilweşînin.”
 
‘Em wekheviyê dixwazin’
 
Dîlekê wiha dawî lê anî: “Em ji bo kuştinên jinan rawestînint êdikoşin. Em dixwazin cîhaneke ku jin lê azad dijîn, jin nayên qetilkirin biafirînin. Em wekheviyê dixaswzin.  Em ji bo jiyanek adilane û wekhev têdikoşin. Ez bang li hemû kesî dikim. Werin em di 14’ê Gulanê de bi hev re aştiyê bînin.”