Saliha Aydenîz: Muhatab Birêz Ocalan e

  • 15:01 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz ku li Nisêbînê axivî, ji bo tifaqa AKP’ê anî ziman ku ew ê li paş xwe nenêrin û birevin biçin û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muhatab Birêz Ocalan e.”         
 
Partiya Çep a Kesk li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi tevlibûn hezaran kesî mitînga hilbijartinê li dar xist. Qada mîtînga ku li Qada Newrozê hat lidarxistin, bi alên Partiya Çep a Kesk  hat xemilandin. Welatiyên ku tevlî mitîngê bûn destpêkê ji aliyê polîsan ve ji lêgerînê derbas bûn û piştre ketin qadê. Kesên ciwan gelekên wan bariyer derbas kirin û ketin qadê. Her wiha kesên astengdar jî bi erebeyên xwe ketin qadê. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî û kesk, sor û zer ketin qadê. Her wiha girse alên Partiya Çep a Kesk ku li qadê bilind kirin qad xemilandin.
 
‘Dawî dê bi heybet be’
 
 
Li qadê dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hatin berzkirin. Di heman demê de namzetên Mêrdînê, Tevgera Jinên Azad  (TJA), Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûn. Beriya destpêkirina bernameyê welatiyan li ber stranan govend gerand. Di qadê de pankartên “Dawî dê bi heybet be” û “Pîvan Zap e” hat vekirin. Girse bi van pankartan peyama 14’ê Gulanê da.  
 
Dest danîn ser wêneyê Selahattîn Demîrtaş
 
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî li qadê cih gitin, ciwanên ku xwestin wêneyê Selahattîn Demîrtaş bikin qadê polîsan ew asteng kirin û dest danîn ser wêne.
 
‘Em ê mohra xwe li bin darê bixin’
 
Piştî gerandina govendê û deqeyek rêzgirtinê axaftinan dest pê kir. Destpêkê de Serokê komîteya amadekar Mehmet Şîrîn Bariş axivî. Mehmet got: “Em ê mohra xwe li bin darê bixin û dê Nisêbîn bibe mînak.”
 
Namzetên Mêrdînê
 
Piştre namzetên Mêrdînê axivîn. Destpêkê de Selahattîn Ertaş axivî û bang gel kir ku 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. 
 
Leyla Kaya jî destnîşan kir ku îktîdar Gelê Kurd bi talan, girtin û kuştinê tune dike û slavên xwe ji Ayşe Gokkan û Saya Kara re şand. Leyla, got di  14’ê Gulanê re hilbijartin heye û got divê jin, dayik û ciwan li hember êrîşên ku tên meşandin îktîdarê di sindoqan de bifetisînin û got: “Dê bi tililiyên dayîk û qêrîna ciwanan pişta sitûyê xwe bixûrînin biçin.” 
 
Geroge Aslan jî diyar kir ku ev hilbijartin gelek girînge û pêwîste hemû kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bikarbîne. 
 
Bêrîtan Guneş jî destnîşan kir ku kîjan îqtîdar ji demên berê nekarîbûne gelê kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî tune bikin û da xuyand ku dê îktîdara AKP’ê jî nikare vê yekê pêk bîne û axivî: “Em ê bi tililiyên dayîkên xwe qeyûman û îktîdarê bişînin. Em îro bi serfiraziyek mezin ber bi hilbijartinê diçin.” 
 
Kamûran Tanhan jî got, Nisêbîn di her hilbijartinê de bi ser ketiye û got taybetî di vê hilbijartinê de jî herî kêm ji sedî 90 dê  bi ser keve.”
 
 
‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’
 
Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku di Girtîgeha Edîrneyê de girtiye ji girtîgehê ji bo gel li ser hilbijartinê dengê xwe rêkir û bi gel hat gûhdarkirin.  Piştî ku deng hat gûhdarkirin girse dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. 
 
‘Hûn ji me wêrektir in’
 
Berdewamiya bernameyê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk axivî. Ahmet, girse slav kir û wiha got: “Coşa we û têkoşîna we ne ya îro ye. Têkoşîn û coşa we dîrokî ye. Dengê web îro belavî hemû Kurdistanê bû. Bila ji Qamişlo û Rojava bê bihîstin. Gelê Nisêbînê ji bo pêşerojê û pêşeroja Gelê Kurd bedelên mezin dan. Mirov di axaftinê zehmetiyan dikişîne, mirov nizane li hemberê we çi bêje. Hûn ji me wêrektir in.  Ev îqtîdar bi dijminatiya Gelê Kurd re siyaseta xwe dike. Pêwîste em ji vê re bêjin bisekine. Em ê wan bişînin ser sergoyê dîrokê.”
 
‘Hezar silav ji têkoşîna Rojava re’
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî. Salîha jî destnîşan kir ku Nisêbîn warê berxwedan û serhildanê ye û wiha got: “Em bi gelê Mêrdînê  bawerin û zanin ku ji hemû Kurdistanê re mînake. Em bi deng û qêrîna azadiyê bang dikin bilaMahabad û hemû Kurdistan bibihîze. Em zanin ku gelê Nisêbînê her tim ji gelê kurd re bûye pêşeng. Em zanin ku li çar parçeyê Kurdistanê zilmê li kurdan dikin. Lê sekna ji dijminre bersiveke. Ev îktÎdar hemû pêşêroj û hebûna xwe li ser kurdan de pêş dixîn.e Em zanin ku gelê me li her derê çawa li berxwe dide. Her wiha li Rojava jî berxwedanek mezin heye. Hezar silav ji têkoşîna Rojava re.”
 
 
‘AKP dê li Kurdistanê bibe partiya tabeleyê’
 
,Saliha, bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û got hindik roj mane û wiha pê de çû: “Em ber bi hilbijartinê ve diçin. Em znain ku ev hilbijartin navbera faşîmz û demokrasiyê de biçe. Em li her derê xebatên xwe bênavber dimeşînin. Lê ew xebatên xwe ne wek partiyek, bi erkên dewletê dimeşînin.Îro xebatên AKP’ê bi leşker, walî û qeymaqeman ve dikin. AKP winda kiriye. Bizanibin ku dema AKP winda kir dê li Kurdistanê bibe tabeleyek. Çawa îktîdarên din çûn dê ew jî wisa bişînin. Em ê qeyûmê Nisêbînê jî bi dirazindanê bişînin. Ew ji bo dijminatiya gelê Kurd bikin hatine. Ew ne ji bo gelê Kurd, vîn û xizmetê hatine. Ew ji bo talankirin û hilbiweşandinê hatine. Em soz didin ku ew ê li cem wan nebÎne. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Em ê qeyûmê Nisêbînê bişînin.  5 rojên me man. Pêwîste ciwan, jin, dayîk û ciwanên me rojekî jî vala nehêlin: Divê em ji hemû kesî re behsa girîngiya vê hilbijartinê bikin. Em zanin ku gelê Nisêbînê bedelên mezin dan. Îktîdar xwest li ser van bedelan xwe ava bikin. Îro bi tokiyan dixwazin pûç bikin. Gelê NisêbÎnê çawa berê serî netewand. Dê îro jî serî netewîne. Bila ew vê yekê baş bizanibin. Bila vê sekna we bibÎnin û bitirsin. Em zanin ku 14’ê Gulanê bibe roja azadiya Gelê Kurd û jinan. Em wek Paritya Çep a Kesk ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe û meclîsê çareser bikin.”
 
‘Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li cihanê mezin bûye’
 
Saliha, di dawiyê de got dê MêrdÎn 6-0 derbixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em li Mêrdînê 6 û 0 derbixin û zanin ku NisêbÎn dê ji vê re pêşengiyê bike. Piştî hemû navçeyan û Mêrdînê em ê zihniyeta wan bikin tabele û bişînin. Em zanin ku gelê me bi berxwedana xwe li cihanê çawa bûye mînak, îro berxwedana jinê jî bûye mînak. Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li hemû cihanê belav bûye. Em ê jî bi vê dirûşmeyê bi ser kevin. An azadî, an azadî.”
 
Piştî axaftinan hûnermend Şehrîbana Kurdî derket ser dîkê û bi sitranên xwe coşa gel zêde kir mîtîng bi govendê bi dawî bû.