'Dê bi piştevaniyê edalet pêk bê'

  • 14:53 9 Gulan 2023
  • Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar ku di roja 778'an a Nobeda Edaletê de axivî got, "Dê bi piştevaniyê edalet pêk bê."
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 778’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di sanê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqandin û dest bi nobetê kirin. 
 
Emîne Şenyaşar di Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Ev nêzî 3 sal in ez ji bo edaletê li vir rûdinim. Li pey edaleta we ez çûm Enqereyê, Stenbolê û hêj gelek deverên din lê edalet tune ye. Edalet li cem vê hikûmetê tune ye. Heke mirov xwedî dîn û îman be, heke mirov ji gunehan bitirse edalet dibe. Heke ev tune bin, edalet jî nabe. Divê em hev bi tenê nehêlin. Heke em piştevaniya hev bikin dê edalet jî pêk bê. Heke em vê nekin, dê bêedaletî her bidome. Çi dibe bila bibe heta ku kurê min tê berdan ez ê ji vir neçim.”