Pervîn Buldan: Em ê wan tevî derhiqûqtiyên wan bişînin

  • 14:51 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ÎDIR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Îdirê di mitîngê de axivî û wiha got: “Em ê wan tevî derhiqûqtiyên wan bişînin. Em ê qeyûman jî bişînin. Em ê tevahiya zilma ku wan li me kiriye tevî wan têk bibin.” ” 
 
Partiya Çep a Kesk bi tevlibûna dehhezaran kesan li Îdirê mitîng li dar xist. Mitîng, li qada şaredariyê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan tev li bû. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de hatin, bi flamayên Partiya Çep a Kesk ji sê noqteyên lêgerînê ketin qada mitîngê. Tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan hebû û girseyê li ber stranan govend gerandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, namzetên parlamenteriyê û berdevkên Partiya Çep a Kesk gel silav kirin. Di demek kin berê di vekirina bûroya hilbijartinê ya MHP’ê de çendek kesan dirûşma “Deşta Îdirê mala ulkuperestan e” berz dikirin. Li dijî vê dirûşmê, bi hezaran ciwanên Partiya Çep a Kesk jî bi dirûşma “Deşta Îdirê mala Apoyiyan e” berz kirin. 
 
‘Ev pergala qirêj dê bi pêşengtiya jinan were guherandin’ 
 
Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Neslîhan Şedal axivî û wiha got: “Ev pergala qirêj dê bi pêşengtiya jinan were guherandin. Em, polîtîkayên qirêj yên di şexsê jinan de xistine meriyetê şermezar dikin. Di encama polîtîkayên şerê taybet de bi sedan jin hatin qetilkirin. Ji Dayika Taybet heta Îpek Er û Gulistan Doku, bi sedan jin hatin qetilkirin. Her wiha Sara, Nagihan Akarsel, Hevrîn Xelef, Jîna Emînî û Evîn Goyî ku li dijî vê pergala qirêj têdikoşiyan, di encama van polîtîkayan de hatin qetilkirin. Ev hilbijartin ji bo jinên kurd hilbijartineke ji rêzê nîne. Ji bo me dem dema hesabpirsînê ye. Em ê hesabê hilweşîna ekolojiyê, şerê taybet û tecrîda li Îmraliyê bipirsin. Em ê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ biçin ser sindoqan û jiyaneke azad û demokratîk ava bikin.” 
 
‘Jina bi hêz, civaka bi hêz e’
 
Piştre jî namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Aysel Aras axivî û ev tişt anî ziman: “Bi pêşengtiya me jinan jiyaneke nû tê avakirin. Tevlibûna jinan a siyasî û di gelek mijarên din ên weke aborî û hwd. de divê wekhevî hebe. Mafên jinan, berpirsyartiya her kesî ye. Hikûmeta heyî tevahiya destkeftiyên jinan jê standin. Jina bi hêz, civaka bi hêz e. Em ê hesabê hemû tiştên bi serê jinan hatine anîn bipirsin û bi jinan re biguherînin.” 
 
‘Me di 7’ê hezîranê de jî heman govend gerand’
 
Ji namzetan Yilmaz Hun jî wiha got: “Me di 7’ê hezîranê de jî heman govend gerand. Em ê di 14’ê Gulanê de jî heman govendê bigerînin. Em ê bi heman ruhî hêviya xwe mezintir bikin û her du parlamenteran jî bi dest bixin. Em ê li tevahiya Tirkiyeyê 100 parlamenteran derxînin. Tiştê ku me di 7’ê hezîranê de nîvco hiştibû em ê di vê hilbijartinê de bi dest bixin.” 
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Ev çîrok çîroka hevpar a Partiya Çep a Kesk e, çîroka Îdirê ye. Ev çîrok çîroka Ege, Marmara, Behra Reş, Serhed, Botan û Amedê ye. Ev çîrok bi Partiya Çep a Kesk dest pê nekir. Ev çîrok çîroka berxwedana birûmet a bi salan e. Ev çîrok çîroka kurdan, tirkan, azeriyan, ermenan, suryanan û hemû bindestên li vê erdnîgariyê tên eciqandin e. Em tevek yek in, em xwişk-bira ne û dê bi hev re bijîn. Mînaka vê ya herî xweşik jî Îdir e, Qers e û bajarên din ên mîna wan in. Kî çi bike jî dê nekare vî hestê xwişk-biratiyê xerab bike. 
 
'Em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin'
 
Di nava vê çîrokê de pêkvejiyan, aştî û azadî heye. Di nav de hêvî û xeyalên ciwanan hene. Di nav de têkoşîna jinan heye. Vaye çîroka me ev e. Baş e lê çîroka AKP-MHP’ê çi ye? Di çîroka wan de birçîtî, xizanî, hejarî, dizî, nefret, hêrs, girtîgeh, tayînkirina qeyûman, çeteya 5’an, AKP’î û MHP’î hene. Heke tu mîna wan nefikirî û dengê xwe nedî wan, wê demê mafê bêhnstandin û jiyanê jî nadin te. Her cureyên zilm, neheqî, bêhiqûqtî û tundiyê hêjayî te dibînin. Lê em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin û ji dîrokê tune bikin. 
 
'Nikarin xizanî û hejariya li Îdirê di paceyên qesrê de bibînin' 
 
Krîza aborî êdî xelk perîşan kiriye. Ew nikarin xizanî û hejariya li Îdirê di paceyên qesrê de bibînin. Nikarin beroşên we yên vala, zarokên we yên birçî diçin dibistanê ji paceya qesrê bibînin. Ji ber ku ew bi tijekirina qaseyên xwe ve mijûl in. Ew bi dewlemendkirina alîgirên xwe ve mijûl in. Ew bi îhaleyên dê bidin çeteyên xwe ve mijûl in. Îro li qadên mitîngan heqaretan dikin, tiliya xwe li gel dihejînin. Rojekê gotin gaz derdikeve û roja piştre gotin petrol e. Lê nabînin ku ev tevek dibin gaz, difirin û diçin. Ew jî dê di 14’ê Gulanê de bibin gaz û bifirin. Bêguman heke çavkaniyên welêt ji bo cihên rast bên bikaranîn dê ev welat bikare pêş bikeve. Lê ew li qesrên xwe hewl didin dewlemendiyên xwe biparêzin. Çavkaniyên vî welatî di esasê xwe de li Enqereyê li Beştepeyê ye. Qesra Erdogan e. Bila her kes bizane ku hemû çavkanî tenê ji bo Erdogan û alîgirên wî diçin. Ji bo cotkar û hilberînerên Îdirê nayên bikaranîn. Tekane derdê wan kursî û îktîdara wan e. Lê Îdirê biryara xwe daye û dê AKP’ê di 14’ê Gulanê de bike partiya tabelayê. Çîroka wan qediya, êdî fîlmê wan xelas bû. 
 
'Baweriya gelê me îstîsmar dike'
 
AKP li qadan ji bo reşkirina partiya me her tiştekî dike. Dest bi derewan kiriye û her roj bi heqaret û reşkirina partiya me xebatên xwe didomîne. Erdoganek heye ku dibêje fermana ji Xwedê digire. Heta şerm nakin ku dîn jî ji bo siyasetê bi kar tînin. Erdoganek heye ku xwe weke pêxember dibîne. Her wiha AKP’yek heye ku baweriya gelê me îstîsmar dike. Êdî dem hatiye ku em ji vê rewşê re bibêjin bes e. Ew dem jî 14’ê Gulanê ye. Em ê di wê rojê de wan bişînin cihê jê hatine. Dema Erdogan nû hatî gustîla li tiliya xwe nîşan da û got; ‘tekane serveta min ev gustîl e.’ Lê niha bûye qralê gustîlan û bûye kesê herî dewlemend. Êdî dema têkbirina wî hatiye. Bayê Partiya Çep a Kesk li her derê ye û kesek nikare pêşî li me bigire. 
 
‘Roj roja têkbirina faşîzmê ye’
 
Dê gelê Îdirê dîsa li îradeya xwe xwedî derkeve. Dê gelê me namzetên me bişîne parlamentoyê. Yên ku di demên berê de meqerne, çay, komir, şekir û hwd. belav dikirin, niha jî dest bi belavkirina pereyan kirine. Lê bila baş bizanin ku xelkê Îdirê ku îradeya xwe ji bo meqerne û komirê nefirotî dê ji bo pereyan jî nefiroşe. Gotineke min a din jî ji bo kesên li malên xwe rûdinin e. Partiyê ji berê ve raye da her kesî. Yên di demên berê de hatin peywirdarkirin lê di vê demê de cih negirtin heke bixeyîdin, ev tê wê wateyê ku ji vê têkoşînê fêm nekirine. Em nahêlin tu kes ziyanê bigihîne vê têkoşînê. Bila ew jî baş bizanin ku cihgirtina wan a di nava vê têkoşîna birûmet de dê wan jî mezin bike. Ji ber ku qîmet daye her kesî, kirine xwedî rûmet û peywir daye her kesî. Ya muhim ew e ku hûn jî li rex hevalên din cih bigirin û bixebitin. Roj roja xwe xeyidandin û rûniştina li malê nîne. Roj roja têkbirina faşîzmê ye. Dem dema yekîtî û hevgirtinê ye. Heke em bikarin vê bikin, wê demê dê li Îdirê encam 2-0 be. Ez careke din dibêjim, li Îdirê dê demokrasî 2 û faşîzm jî 0 be. 
 
'Em dixwazin aştî, aramî, hezkirin û edalet bê vî welatî'
 
Roja ku hûn diçin ser sindoqê, pusulayê bigirin û tu partiyên din nebînin. Tenê Çepa Kesk bibînin. Mohra xwe li bin Çepa Kesk bidin. Mohra xwe wisa lê din ku Erdogan 50+1’ê di xewna xwe de bibîne. Em dibêjin dengek ji bo Partiya Çepa Kesk û dengek jî ji bo Kiliçdaroglû. Ji ber ku em dixwazin faşîzm têk biçe û zext bên bidawîkirin. Em dixwazin aştî, aramî, hezkirin û edalet bê vî welatî. Bila kesên xeyalê rojên tarî dikin baş bizanin ku Partiya Çep a Kesk temînata vî welatî ye. Temînata edalet, aştî û aramiyê ye. Em ê wan tevî derhiqûqtiyên wan bişînin. Em ê qeyûman jî bişînin. Em ê tevahiya zilma ku wan li me kiriye tevî wan têk bibin.” 
 
Piştî axaftina Pervînê, mitîng bi konsera Cevdet Bagca bi dawî bû.