Ji Cizîrê bang: Heta birêz Ocalan azad nebe têkoşîn dê bidome

  • 14:07 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk bi dirûşma "Em li vir in em ê bi hev re biguherînin" û bi tevlîbûna bi hezar kesî mîtîng li dar xist. Namzeta parlamenteriyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe û dayikan negihêjin hestûyên zarokên wan dê têkoşîna wan raneweste û bidome.
 
Partiya Çep a Kesk li qada Newrozê ya Cizîrê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi hevre biguherînin” bi tevlîbûna bi hezaran kesî mîtîng li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Partiya Azadiyê Ayettulah Aştî, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û namzedên Partiya Çep a Kesk yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez û Bedîrhan Osal tevli mîtîngê bûn. Qada mîtîngê bi al û flamayên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Her wiha pankarta “Em li vir in û em ê bi hev re biguherînin” bi dikê ve hate daliqandin.
 
Kesên ku ji sê noqteyên lêgerîna polîsan derbas bû bi cil û bergên xwe yên gelerî qadê tijî kirin.
 
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê mîtîngê bi dirûşma “Bijî Serok Apo”dest pê kir. Her wiha sînevîzyona di hilbijartinê de divê çawa deng were bikaranîn hate pêşandan. Girseyê gelek caran dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” , “Bijî Serok Apo” û “Tayyîp İstîfa” berz kirin.
 
Piştî danasîna şandeyê û beşdarvanan mîtîng bi axaftina parlementera Şirnexê Nuran Îmîr  berdewam kit. Nuran dîyar kir ku dara Partiya Çep a Kesk dara azadiyê ye û got: “Coşa Cizîrê tim xwe bi serbilindiyê nîşan dide. Ev deng dengê serkwftinê ye. Roja hilbijartinê mohra xwe bifin binê dara azafî û serkeftinê bi dest bixin. Em bawer in ku wê Cizîra Botan careke din sekna xwe nîşan bide.”
 
 
‘Heya birêz Ocalan azad nabe têkoşîn ranaweste’
 
Piştre namzeda Şirnexê Newroz Uysal Aslan mafê axaftinê girt û got: “Heta deriyê Îmraliyê venebe, heta birêz Ocalan azad nebe, heta girtiyên me negihêjin mal û warê xwe û heta dayikên me hestûyên zarokên xwe negirin dê  têkoşîna me ranaweste û berdewam bike."
 
‘Cizîr sekna diyarker e’
 
Namzet Ayşegûl Dogan jî anî ziman ku sekna Cizîrê di hilbijartinê de wê serkeftinê bîne û got: “Cizîr warê berxwedan û têkoşînê ye. Cizîr tu carî bê bersîv nema ye. Cizîr warê biryardayînê ye. Dem dema yekitî û tifaqê ye. Em bi vî rihê yekitiyê em ê serkeftinê bînin.”
 
Her wiha Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî jî axivî û bal kişand ser girîngiya yekitiya Gelê Kurd. Ayetullah, anî ziman ku desthîlatdar hebûna Gelê Kurd qebûl nakin lê kurd hene û li vir in.
 
Piştî axaftina Ayetullah Aşitî Koma muzîkê ya Bajar derket ser dikê û stranên xwe gotin.
 
Piştî  nameya bi deng a Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş yê berê ku niha girtî ye hate xwendin. Selahattîn di nameya xwe de banga xwedîderketina li dengan û sandoqan kir.
 
‘Em aştî û jiyanê diparêzin’
 
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Mithat diyar kir ku hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ji bilî şer û talankirinê çi tişt neda gelan û wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê tenê zext û xizanî anî vî welatî. Ji kurdan re jî tenê zordestî û bindestîyê rewa dibînin. Hikûmeta AKP’ê û MHP’ê roja hilbijartinê dê biçe. Ev hikûmet şer û mirinê li vî welatî rewa dike û mezin dikin. Lê em jiyan û aştiyê diparêzin. Lewra têkoşîna me ya ji bo aştî û demokrasiye jî berdewam dike. Ji bo me tîfaq û yekitî girîng e. Em ê bi tifaqa xwe bi ser kevin.”
 
Mîtîng bi sitranên stranbêj Rênazê Batû û Umut Botan bi dawî bû.