Hilbijêrên aktîf ji bo guherînê rêdikevin

  • 10:19 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Afyonkarahisarê Dîlan Karademir, da zanîn gel ji bo guhertinê di bikaranîna deng de bi israr in û got:"Vê carê gel bêtir di ferqa girîngiya vê hilbijartinê de ye."
 
Bi nêzbûna hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê re partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Li Kurdistan û Tirkiyeyê Partiya Çep a Kesk bê navber xebatên xwe didomîne. Ligel astengî û zextan jî mîtîng, hevdîtin, serdan, şahî û civînan de coş û kelecanek mezin derdikeve holê. Niha bêtir li ser parastina sindoqan xebat tên kirin.
 
Hevberdevka Komîsyona Hilbijêrên Aktîf a Enqerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta Partiya Çep a Kesk a Afyonkarahisarê Dîlan Karademîr derbarê hilbijartinê de û hilbijêrên aktîf de ji ajansa me re axivî. 
 
'Li herêmên erdhejê xebat'
 
Dîlan, daxuyand ku piştî erdheja 6'ê sibatê li herêmên erdhejê xebatên taybet hatin meşandin û got: "Ji ber xebatên taybet ên herêmên erdhejê me dereng dest bi xebatên hilbijartinê kir. Piştî ku me dest bi xebatan kir mexdûrên erdhejê jî tevlî xebatan bûn. Me di heman demê de Komîsyona Hilbijerên Aktîf jî ava kir. Hilbijêrên ku dê biçin bajarên din deng bikarbînin dê ji komîsyona me sûdê digirin. Bi taybetî jî malbatên ku ji erdhejê mexdûr bûne dixwazin biçin bajarên xwe deng bikarbînin. Me ji bo wan otobûs amadekirin û dê di 13'yê gulanê de hilbijêr dê ber bi bajarê xwe ve bi rêkevin û pişt re dê wan bînin Enqerê."
 
'Em li benda 14'ê Gulanê ne'
 
Dîlan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên li kolanan: "Me ev coş û tempoya xebatê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ditîbû. Em bi kelecaneke mezin li benda 14'ê Gulanê ne. Ji ber ku me di mîtîng û hevdîtinan de bendevariya gel dît. Her wiha ligel bendewariya gel êrişên polîsan jî nesekîni. Êrişê çalakiyên me yên herî biçûk jî kirin."
 
Eleqeya li hemberî xebatan zêdeye
 
Dîlan da zanîn ku niha ji her kesîmê welatî di nav xebatên Partiya Çep a Kesk de cih digirin û wiha bi lêv kir: "Dema ku me standa jinan vekir, kesên ku me nenas bûn hatin li cem me rawestiyan û bi me re belavok belavkirin. Em şev û roj dixebitin. Salên borî kêm kes ji bo bikaranîna dengan berê xwe didan bajarên xwe lê îsal wisa nîne. Hejmara kesên ku dixwazin deng bikarbînin gelek zêde ye. Ji Enqerê niha 140 kes dixwazin biçin Amedê û deng bikabînin."
 
Banga tevlîbûna mîtîngê
 
Dîlan, wiha behsa girîngiya hilbijartina îsal kir: "Em her kesî birêxistin dikin ku dengê xwe bidin Dara Kesk. Em yek bi yek îzahatê dikin. Divê her kes derdora îkna bike. Her kes dê xwedî li dengê xwe û sindoqan derkeve. Me li kolanan hem belavok belavkirin û hem jî muşît kom kirin. Her wiha di 10'ê gulanê de ango sibê li Tuzluçayira Enqerê mîtînga me heye. Mithat Sancar û namzetên Enqerê dê tevli mîtîngê bibin. Wek hunermend jî Pinar Aydinlar beşdarî mîtîngê bibin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî mîtînga me bibin."
 
'Bila 10 kes sindoqeqî biparêzin'
 
Dîlan, da zanîn ku tişta ku herî girîng jî parastina sindoqan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wek partî ji bo parastina sindoqan perwerde hatin dayîn. Li herêman xebata bi koordîneyî girîng e. Heke hewce dike bila 10 kes sindoqekî biparêz e. Ji ber ku her sindoqeq dê qedera me diyar bike. Me gelek bedel da. Her tim êş û azad. Pirsgirêk kurd, ermen, çerkes û tirk divê bên çareserkirin û êdî em naxwazin bi pirsgirêkan re bijîn. Li dijî qetilkirina jinan, ji bo aboriyek baş, ji bo perwerdeya wekhev divê her kes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk. Partiya Çep a Kesk dê bikeve meclîsê û çete jî dê ji meclîsê bên derxistin."